YPG’ê nasnameya 12 şervanan aşkera kir

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê nasnameya 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Hesekê û Kobanê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê nasnameya 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Hesekê û Kobanê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Hesekê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê ya li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye:

“Operasyona bi navê Fermandar Rûbar, ya ji 6’ê heyva bihurî ve destpê kiriye hişt ku em serketinên mezin bi dest bixin û xewnên gelê me ya bi hezar salan pêk bînin.

Vê operasyonê hişt ku em Çiyayê Kizwan rizgar bikin û xewnên Derwêşê Evdî pêk bînin.

Çeteyên DAIŞ yên herêma Cizîrê bi tevahî ji dest xwe winda kirin û jê hatin paqij kirin ev binketin ji bo xwe qebûl nedikirin. Hem ji bo ser binketinên xwe bigrin, hem jî ji bo ji hêzên me tola xwe bistînin yekser gelê me hedef kirin û êrîşên xwe ya li hember bajarê Hesekê destpê kirin. Giredayî vê êrîşê, şeva 5’e Pûşberê berê xwe dan nuqteyên stratejîk ên li ser Taxa Neşwa Xerbî ya Hesekê ya dikeve rojhilatê Çiyayê Kizwan.

Şervanên me yên leheng ên bi ruhê Derwêş û Edûleyan ji bu vîna azad şer dikirin planên çeteyên qirêj bi tevahî vala derxistin. Çeteyan ji vê êrîşê hêvî dikirin ku encamek baş bi dest bixin, lê bi saya lehengiya şervanên me windahiyên pir giran dan û li çolberiyê vegeriyan. Bi vê awayî Hesekê careke din ji tehlûkeyeke dijwar hat xilaskirin.

Di vê berxwedana bi rûmet de ya di rûpelên dîrokê de cihekî mezin girtiye, bi giştî 11 hevalên me bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadetê. Me berî niha hevalê Lazgîn Xabûr ê yek ji wan 11 hevalan bû îlan kiribû. Em  niha nasnameya deh hevalên me yên din jî îlan dikin.

Tevî wan deh hevalên leheng, em nasnameya du hevalên xwe yên hêja yên di berxwedana efsaneyî ya Kobanê de şehîd ketin jî aşkera dikin.

Ji bo doza hemû têkoşerên azadiyê yên xwe feda kirin û ji bo doza Kurdistanê em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza şopandina doza wan didin û ji bo hemû mirovatiyê sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya şervanan wiha ye:

 

Nasnav: Fedakar Kobanê

Navê: Mihemed Murşid

Navê dayikê: Xalîsa

Navê bav: Ibrahîm

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: 6-6-2015 Kobanê -gundê Bîrevdo (Başûrrojhilatê Kobanê)

 

Nasnav: Çekdar Şervîn

Nav: Turgut Çiftçî

Navê dayikê: Aygul

Navê bav: Mustefa

Cihê jidayikbûnê: Çaldiran

Cih û dîroka şehadetê: 6-6-2015 Kobanê -gundê Bîrevdo (Başûrrojhilatê Kobanê )

 

Nasnav: Zagros Mardîn

Nav: Selman Alper

Navê dayikê: Şukriya

Navê bav: Ebdulreman

Cihê jidayikbûnê: Mardîn

Cih û dîroka şehadetê: 5-6-2015 Hesekê -Çiyayê Kizwan

 

Nasnav: Sîdar Sîpan

Nav: Huseyîn Doner

Navê dayikê: Hicret

Navê bav: Yusuf

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Cih û dîroka şehadetê: 5-6-2015 Hesekê -Çiyayê Kizwan

 

Nasnav: Ibrahîm Nurşîn

Nav: Ibrahîm Boyat

Navê dayikê: Nûriya

Navê bav: Bekir

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Cih û dîroka şehadetê: 5-6-2015 Hesekê -Çiyayê Kizwan

 

Nasnav: Hedar Meyaser Amed

Nav: Şîlan Hayme

Navê dayikê: Felek

Navê bav: Reşad

Cihê jidayikbûnê: Amed

Cih û dîroka şehadetê: 5-6-2015 Hesekê -Çiyayê Kizwan

 

Nasnav: Êrîş Argeş

Nav: Mensur Atas

Navê dayikê: Salîha

Navê bav: Mihemed Selahedîn

Cih û dîroka şehadetê: 5-6-2015 Hesekê -Çiyayê Kizwan

 

Nasnav: Dijwar Rojava

Nav: Hemza Elî

Navê dayikê: Sebah

Navê bav: Ebdulezîz

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: 5-6-2015 Hesekê -Çiyayê Kizwan

 

Nasnav: Dîcle Gabar

Nav: Meryem Ozkan

Navê dayikê: Emîne

Navê bav  Ibrahîm

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Cih û dîroka şehadetê : 5-6-2015 Hesekê -Çiyayê Kizwan

 

Nasnav: Dêrsim Roniya Gever

Nav: Tansu Korkmaz

Navê dayikê: Fatima

Navê bav: Hesen

Cihê jidayikbûnê: Gever

Cih û dîroka şehadetê: 5-6-2015 Hesekê -Çiyayê Kizwan

 

Nasnav: Bawer Çewlik

Nav: Azad Çekdar

Navê dayikê: Nazmiye

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Edene

Cih û dîroka şehadetê: 5-6-2015 Hesekê -Çiyayê Kizwan

 

Nasnav: Bager Radîn

Nav: Mustefa Kayar

Navê dayikê: Zahîda

Navê bav: Erdal

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Cih û dîroka şehadetê: 5-6-2015 Hesekê -Çiyayê Kizwan