Li bajarê Swîsre Zurîchê, malbata Alagaş ji bo nasnameya keça xwe Xezal Alagaş a di 28'ê Nîsana 2015'an de ji dayik bû derxîne çû Konsolosxaneya li Zurîchê, lê ji ber bi hinceta ku tîpa 'X' di alfabeya Tirkî de nîne, nekarî derxîne.
ANF
ZURÎCH
în, 12 pûşperê 2015, 07:02
Li bajarê Swîsre Zurîchê, malbata Alagaş ji bo nasnameya keça xwe Xezal Alagaş a di 28'ê Nîsana 2015'an de ji dayik bû derxîne çû Konsolosxaneya li Zurîchê, lê ji ber bi hinceta ku tîpa 'X' di alfabeya Tirkî de nîne, nekarî derxîne.
'DEWLETA TIRK LI VÊ DERÊ JÎ NIKARE XWE LÊ RABIGIRE'
Bav Mesût Alagaş nerazîbûn nîşan biryarê da û got, "Li Tirkiyeyê ji ber ku me siyaseta legal meşandin, em hatin girtin. Vê jî têrê nekir, zêdeyî 10 sal cezayê ragirtinê li me hat birîn. Em jî ji neçarî hatin Ewropayê. Lê belê xweragirtina dewleta Tirk li vir jî nîne. Ji bo ji keça xwe ya beriya 2 mehan ji dayik bû nasnameyê derxîne em çûn Konsolosxaneya Zurîchê. Lê li wê derê ji me re gotin ku tîpa 'X' a di navê keça me Xezal de di alfabeya Tirkî de nîne. Û bi vê hincetê nasname dernexistin."
Bav Alagaş got, "Bi israr ji min re gotin, 'ji ber ku giştînameyek di vî warî de nîne, ew nikarin navekî bi vî rengî qeyd bikin'. Min jî ji wan re got ku di pêvajoya çareseriyê de rayedarên hikûmetê dan xuyakirin ku Kurdî li her qadê serbest e. Erdogan jî di vî warî de daxuyanî da."
'AKP TOLÊ HILTÎNE'
Alagaş anî ziman ku gundê wan Erkent ê ser bi navçeya Sêrt Berwariyê di salên 90'î de ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin û got, "Berî 2 salan careke din mirov li gundê me vegeriyan. Navê Kurdî yê gundê me jî hat qebûlkirin. Lê hînê ji navê keça ma nû ji dayik bûye, ditirsin."
Alagaş da xuyakirin ku AKP'ê li Zurîchê dengê li bendê bû nestend, HDP li Swîsreyê bû partiya yekemîn, lewma AKP bi nêzîkatiyeke tolhilanînê tevdigere.