Şervana YPJ'ê Şaki ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Şervana YPJ'ê Narinç Şaki (Rûken Spêrtî) ku li Kobanê di 7'ê Hezîranê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran welatiyan ve hat oxirkirin.

Şervana YPJ'ê Narinç Şaki (Rûken Spêrtî) ku li Kobanê di 7'ê Hezîranê de di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran welatiyan ve hat oxirkirin. 

Piştî ku malbata Şaki û endamên MEYA-DER'ê duh cenaze ji Tipa Edlî ya Rihayê wergirt serê sibê ligel kerwanek wesayîtan anîn Mizgefta Şehîdan a li Taxa Cûdî. Bi hezaran welatiyên li ber mizgeftê kom bibûn bi tilîlî, çepik û dirûşma, "Şehîd namirin" cenazeyê Şaki pêşwazî kirin. Dema ku jinan cenazeyê Şaki hildan ser milê xwe û birin hundirê mizgeftê de dayika Şaki, Besê Şaki bi gotina "Tu bi xêr hatî bûka Kurdistanê" keça xwe pêşwazî kir û kêliyên hestiyan hatin jiyîn.

Piştî wecîbeyên olî, jinan cenazeyê Şaki hilda ser milê xwe û bi tevlîbûna hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên herêmê, hevşaredarên Silopî, nûnerên Saziyên Civaka Sîvîl û hezaran welatiyan heya Goristana Şehîdan a li Taxa Kobanê meşiyan.

Di meşê de alên KCK, PKK, YPG, YPJ'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û Şervana YPJ'ê Narinç Şaki (Rûken Spêrtî) hilgirtin. Welatiyan bênavber diruşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd rêya te rêya me ye", "Bijî Serok Apo" û "Tolhildan" berz kirin. 

Piştî ku girse gihîşt goristanê di serî de ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz girtin û piştre Hevserokê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Qasim Yîgît sersaxî ji malbata Şaki û hemû gelê kurd re xwest. Yîgît anî ziman ku ev çil sal in ew bi van berdêlan pîroz gihîştine vê astê û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. 
Piştî Yîgît Hevseroka DBP'ê ya Şirnex Zozan Anik got ku ew soz didin ku her tim şopdarên cangoriyên ji bo axa welat, namûs û şerefa gelê Kurd canê xwe feda kirine û sersaxî ji malbatê re xwest. Piştî Anik bavê Şaki, Lezgîn Şaki jî anî ziman ku keça wî tenê ne şehîda malbatê ew şehîda hemû gelê Kurd e. Piştî axaftinan cenazeyê Şaki bi dirûşma, "Şehîd namirin" hat definkirin. Piştre welatî bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê li Taxa Zapê ji bo Şaki hatiye vedan.