BI DÎMEN

YPG bi gelê Ereb re civiya

Komîteya YPG'ê ya Têkiliyên bi Gel re, bi rûspiyên eşîrên Ereb re li gundên di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de hatin rizgarkirin geriya û li pirsgirêkên gundiyên vegeriyane, guhdarî kir.

Komîteya YPG'ê ya Têkiliyên bi Gel re, bi rûspiyên eşîrên Ereb re li gundên di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de hatin rizgarkirin geriya û li pirsgirêkên gundiyên vegeriyane, guhdarî kir.

Komîteya têkiliyên bi gel re ya YPG'ê li gundên Eşra Rezaziyê, Mişerfe, Til Mecder, Ezzam, Meslaxa û Tirretir ên li quntarê Çiyayê Kizwanan bi gundiyên vegeriyan re civiya û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Di encama hevdîtinan de li 8 gundan komîteyên ji 2-3 kesan hatina vakirin. Wezîfeya bingehîn a van komîteyan, li gundên DAIŞ'ê zerar danê tespîta ziyanê were kirin û ji bo bersiv ji pêwîstiyan re bê dayîn bi YPG'ê re di nava têkiliyê de bin. Li ser navê mezintirîn eşîra Ereb a li herêmê Eşîra Beggara Şêx Talah Talah û gelek şexsiyetên navdar di ziyaretan de cih girtin.

Hêjayî gotinê ye, DAIŞ'ê mal û erdê genim ê van gundiyên destek nedabûn wan şewitandibû.

Hin ji organên çapemenî-weşanê, ji bo li hemberî hêzên YPG/YPJ'ê antî propagandayê bimeşînin û eşîrên Ereb ên destekê didin Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo bînin pêşberî hev, îdîa kiribûn ku hêzên YPG/YPJ'ê ev gund şewitandine.

...