YPG: 18 gund û 8 gundik hatin rizgarkirin

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de li derdora bajarokê Silûkê, 18 gund û 8 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de hêzên YPG/YPJ her bi pêç ve diçin.

18 GUND Û 8 GUNDIK HATIN RIZGARKIRIN

Navendê diyar kir ku di roja 37. de li başûr, rojhilat û bakurrojhilatê Silûkê operasyonên rizgarkirinê dewam kirine û gelek gund ji çeteyan hatine paqijkirin.

Li gorî vê yekê di nava 24 saetên dawî de gundên Tabxan, Hos, Daman, Mefer Esala Rojava, Bîr Me'alcê, Mixtar, Semalk, Xanik, Gamiş, Til Saxîr, Til Qilec Xanik, Semal, Za'zu, Ubeyd, Zerawî, Şerîf, Zarafî, Arbîd û 8 gundik hatin rizgarkirin. 

Navendê da xuyakirin ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin, lê belê 2 qemyonên tijî cebilxane û maşîneyeke pîqabê ku çeteyan hewl dane ji herêmê birevînin, hatine rûxandin. Hat ragihandin ku 7 çeteyên di van maşîneyan de hatine kuştin.

LI TIL BERAKÊ ÊRÎŞA HAT ŞIKANDIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku komên çete danê vê sibehê li başûrê Til Berakê, ji bin kontrola çeperên leşkerên rejîmê derbas bûn û êrîşên hêzên YPG/YPJ'ê kirin.

Hat ragihandin ku piştî şikandina van êrîşên li gundên Elî û Ebû Xezalê, hêzên YPG/YPJ'ê êrîşeke dijber lidar xistin û çeteyên DAIŞ'ê neçar man dîsa ji qadên di bin serweriya leşkerên rejîmê de ne, birevin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku komên çete, li heman herêmê bi çekên giran gule li gundên haydar û Xizêla reşandine.

LI ROJHILATÊ KOBANÊ 2 ÇET HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bal kişand ser berxwedana Kobanê ya di roja 270. de ye û ev agahî da:

"Hêzên me şevê din li nêzî gundê Bîrerep ê li rojhilatê Kobanê li hember komên çeteyan êrîşek lidarxistin. Di vê êrîşê de bi qasî hatiye zelalkirin 2 çete hatine kuştin. Hêzên me li heman gundî xebatên lêgerîne jî pêkanîn û di encam de tevî 4 termên çeteyan dest danîn li ser 7 kleş, 7 rext û 28 şerjorên kleşê."