Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK: Divê agirbest bê zexmkirin, sermuzakerevan Rêber Apo azad bibe, Meclîs bikeve dewrê û bi vî rengî gavên çareseriyê yên li ser li hev hatiye kirin bi qanûnan û destûra bingehîn re werin ewlekirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber bal kişand ser hilbijartinên di 7'ê Hezîranê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin kirin û diyar kir ku li welatên demokratîk her hilbijartin bi xwe re polîtîkayên nû tîne. KCK'ê got, "Hilbijartina li Tirkiyeyê jî wê di polîtîkayan de rê li ber nûbûnê veke. Bi taybetî wê li ser mijarên di dema hikûmeta beriya niha de bandoreke neyînî li civakê dikirin bê rawestîn û hewl bê dayîn ev rewşa xetimandî ji holê bê rakirin. Konseya me ya Rêveber, hilbijartinên li Tirkiyeyê nirxandiye, polîtîkayên di çarçoveya pirsgirêkên bingehîn de divê werin meşandin destnîşan kiriye û helwesta xwe ya ji bo dema nû zelal kiriye."
Hevserokatiyê ragihand ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê demokratîkbûyîn e û destnîşan kir ku pirsgirêkên kronîk ji ber demokratîknebûyîna Tirkiyeyê ne. KCK'ê da xuyakirin ku ji ber vê yekê, HDP a ku bal kişand ser pirsgirêkên demokratîkbûyînê û çareseriyên li ser vê bingehê, rêjeya dengê xwe ji sedî sed zêde kiriye û da zanîn, ku bi vê encamê re civaka Tirkiyeyê û gelê Kurd bendewariya xwe ya ji bo demokratîkbûyînê nîşan dane.
KCK'ê diyar kir ku di demokratîkbûyînê de mebest beriya her tiştî çareseriya pirsgirêka Kurd e û got, "Pirsgirêkên cidî yên Elewiyan, civatên cuda yên etnîkî û baweriyan, jin, ciwan, kedkar û xizanan hene. Çareseriya van hemû pirsgirêkan, bi guhertina zîhniyetê û gav avêtina ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêkane."
KCK'ê da xuyakirin ku AKP beriya hilbijartinên were ser desthilatdariyê behsa demokratîkbûyînê kiriye, lê belê di 13 salên desthilatdariya xwe de tenê ji bo xwe bûye demokrat, ji bo çareseriya pirsgirêkên beşên din ên civakê neketiye nava ti hewldanan û got, "Ne çareseriya pirsgirêka Kurd, polîtîkayên tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd meşandiye. Heta roja îro jî dest ji van polîtîkayên xwe bernedaye."
'RÊBER APO GELEK CARAN AGIRBEST ÎLAN KIR, PROJEYÊN ÇARESERIYÊ PÊŞKÊŞ KIR'
KCK'ê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo xerakirina van lîstikên AKP'ê û çareseriya pirsgirêka Kurd gelek caran agirbest îlan kirine û projeyên çareseriyê pêşkêş kirine.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da zanîn ku hikûmeta AKP'ê, tevî rewşa bêçalakiyê ya du salan, çêkirina qereqol, bendav û rêyên ji bo armancên leşkerî dewam kiriye, di rewşa bêçalakiyê de şerê taybet, şerê psîkolojîk zêde kiriye û bi demê re hewl daye Tevgera Azadiyê tîne bike. KCK'ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev polîtîkaya xetere dîtiye û ji bo pêşî li şerekî gengaz bigire di Mijdara 2014'an de pêşnûmeya muzakereya demokratîk a ji sê xalan pêşkêşî aliyan kiriye û got, "Tevgera me ev pêşnûme qebûl kiriye. Lê belê hikûmetê polîtîkaya xwe ya mijûlkirinê dewam kiriye û ti gav neavêtiye.
KCK'ê bal kişand ser pêşnûmeya çareseriyê ya ji deh xalan a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat pêşkêşikirin û li Dolmabahçeyê hat ragihandin û got, "Deklarasyona Dolmabahçeyê hem ji bo AKP'ê hem jî ji bo HDP'ê dihat wateya soza ji bo demokratîkbûyînê ya di hilbijartinê. Lê belê Serokkomar Erdogan piştî demeke kurt, bi gotina Kurdan mîna 'Beko' derket holê û li dijî vê deklarasyonê derket, pirsgirêka Kurd, alî, mase, heyeta çavdêriyê red kir.
KCK'ê da xuyakirin ku AKP'ê kampanya xwe ya hilbijartinê li ser bingeha vê yekê meşand û bi vî rengî nîşan da ku ew di polîtîkaya tinekirinê de israr dike.
Hevserokatiyê da zanîn ku Tevgera Azadiyê ya Kurd beriya hilbijartinê lîstik û provokasyonên AKP'ê xera kiriye û ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd firsend afirandiye û got, "Bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dawî li hikûmeta AKP'ê ya ku zêdeyî deh salan demokratîkbûyîn pêk neanî û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav neavêt, hatiye anîn. Ev yek di heman demê de tê wateya destpêkirina polîtîkayên nû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkan."
KCK'ê ragihand ku pêwîstî êdî bi pêkanîn û polîtîkayên zelal ên li pêş çavên raya giştî heye û got, "Bê guman Tevgera Azadiyê ya Kurd aliyeke, Rêber Apo jî sermuzakerevan e. Pirsgirêka Kurd bi muzakereyan û bi ketina dewrê ya meclîsê re wê çareser bibe. Ji ber vê yekê, destpêkê divê du gavên bingehîn werin avêtin. Ya yekemîn, di serî de azadiya Rêber Apo amadekirina mercên muzakereyê, ya duyemîn jî li ser bingeha vê muzakereyê ketina dewrê ya Meclîsê ye."
KCK'ê tevî hemû hewldanên provokasyon û tehrîkê jî bal kişand ser dewamkirina rewşa bêçalakîtiyê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve û diyar kir ku ji bo çareseriyê pêwîstî bi agirbesteke zeximkirî heye. KCK'ê got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê ev her sê gav werin avêtin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Bi şêweyê hevdîtin û têkiliyan ên heta niha re û bi mercên dîlgirtina Rêber Apo re muzakereyek nikare bê meşandin. Aşkera bûye ku di nava rewş û têkiliyên heyî yên Rêber Apo tê de ye de, rola sermuzakerevaniyê nikare bilîze. Ji ber vê yekê, rewşeke ku heyeta HDP'ê li gorî kêfa hikûmetê diçe û tê, li Îmraliyê hevdîtinan dike, nîşan nade ku pêvajoyek heye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoya muzakereyê destpê kiriye. Sedema bingehîn a encamnedayîna hevdîtinên li Îmraliyê ew e ku rewşa ragirtina Rêber Apo nehatiye guhertin û di nava şert û mercên azad de muzakere nayê meşandin. Polîtîkayeke ku azadiya Rêber Apo nede pêş çavê xwe, ne pêkane ku ji bo çareseriyê gavê biavêje. Ragirtina Rêber Apo nîşan dide ku zîhniyet û polîtîkayên di mijara pirsgirêka Kurd de neguherîne. Polîtîka û pêkanînên AKP'ê vê nîşan didin."
KCK'ê destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke bi awayekî azad bi hemû sazî, rêxistinên civakî yên sivîl, hunermend, nivîskar û gelek derdorên civakê re nikaribe hevdîtinê bike, ne pêkane ku karibe rola xwe ya sermuzakerevaniyê bilîze û ji bo çareseriyê pêşketin çêbibe.
KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Divê êdî hevdîtinan bi zelalî werin kirin. Divê Meclîs bikeve dewrê. Lewma em nêzîkatiya CHP'ê ya ku di dema bihurî de digot divê hevdîtin zelal bin û Meclîs bikeve dewrê, weke nêzîkatiyeke rast dibînin. Çareserî ancax bi nêzîkatiyeke bi vî rengî dibe. Bi bicihanîna pêwîstiyên vê yekê re, çareserî dikare pêk were.
Ji bo çareseriyê mûxatab di vê hilbijartinê de zelal bûye. Gelê Kurd di vê hilbijartinê de destnîşan kiriye ku divê çareserî li Meclîsê were peydakirin, nîşan daye ku Rêber Apo sermuzakerevan e, hebûna HDP'ê li Meclîsê wê vê wezîfeya Meclîsê hêsan bike û Tevgera me ya Azadiyê jî b itêkoşîna xwe ya çil salî re di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke aktorê bingehîn, aliyeke."
KCK'ê diyar kir ku mijara dawîanîna li têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê û vîna vê yekê, bi temamî di destê Tevgera Azadiyê de ye û got, "Bila her kes vê baş bizanibe, HDP partiya qanûnî ya PKK'ê nîne. Ji xwe pêkhateyên vê partiyê, vê yekê radixe pêş çavan. Gelek kes û derdorên dixwazin Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe, di nava HDP'ê de cih digirin. Lewma HDP nikare bangekeke bi vî rengî bike, her wiha di nava şert û mercên Îmraliyê de Rêber Apo jî ne pêkane bangekeke bi vî rengî bike. Li bendê mayîna banga 'çekê berde' ji HDP û Rêber Apo û ferzkirinên bi vî rengî, israra di neçareseriyê de ye. Ji xwe Tevgera me ya Azadiyê vê qebûl nake. Ev helwesta me ne neguhdarîkirina li Rêber Apo, ne jî pêşîgirtina li polîtîkayên HDP'ê ye. Berevajî, ferzkirinên bi vî rengî li ser Rêber Apo û HDP'ê tê wateya pêşîgirtina li lîstina rola Rêber Apo, ji destpêkê ve pêşîgirtina li meşandina siyaseta demokratîk a HDP'ê ye. Ji ber ku em bi pêvajo û diyalektîka çareseriyê ya pirsgirêkek mîna pirsgirêka Kurd dizanin, helwesteke bi vî rengî nîşan didin. Tayyîp Erdogan bi gotina, 'ÎRA çek xist binê erdê' re demagojiyê dike û civakê dixapîne. Di pirsgirêka Îrlandayê çareseriya pirsgirêkan, bi awayekî paralelî hev mijara çekê ketiye rojevê.
Tevgera Azadiyê ya Kurd, heta ku Rêber Apo azad nebe, vîna çareseriyê neyê nîşandan û gavên cidî neyên avêtin, ne pêkane ku dest ji çekan berde. Biryara biçekbûyîna gerîla û têkoşîna çekdarî ya li hemberî dewleta Tirk, ji aliyê HDP'ê ve nehatiye dayîn ku HDP rabe roleke mîna terkandina têkoşîna gerîla ya li hemberî Tirkiyeyê hilgire ser milê xwe! Heta ku Rêber Apo di nava şert û mercên esaretê de be, divê ti kes çekdanînê li ser Rêber Apo ferz neke, vê ferz bike jî nayê qebûlkirin. Ti gerîla û ti fermandarekî gerîla, heta ku Rêbertî azad nebe, vîna çareseriya pirsgirêka neyê nîşandan û gav neyê avêtin, ne hêzên gerîla derdixîne derveyî Tirkiyeyê ne jî dest ji têkoşîna çekdarî tê berdan. Ji ber vê yekê, di rewşa heyî de, heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, divê ti kes ne li benda bidawîbûna têkoşîna çekdarî yan jî danîna çekan be.
Di rewşeke ku êrîşkaran û qetlîemkaran duh li kolanên Amedê, li hin deverên din bi çekê êrîşî gelê me kirin, gelê me qetil kirin de û di rewşeke ku ji bo jiyaneek demokratîk û azad a gelê Kurd ti garantî tineye de, dest jê berdana çekê ya Tevgera Azadiyê tê wê wateyê ku jiyan û hebûna gelê me rastî celadan bê kirin. Ti kes nikare vê yekê ji Tevgera Azadiyê bixwaze û kes nikare li bendê be."
KCK'ê da xuyakirin ku di rewşa heyî de civak dixwaze ev pirsgirêk çareser bibe û got, "Dengên HDP'ê wergirtiye, vê vînê nîşan dide."
KCK'ê diyar kir ku ji bo çareseriyê jî pêwîstî bi gav û polîtîkayên nû heye û ev gav jî wiha rêz kir: "Divê agirbest bê zeximkirin, sermuzakerevan Rêber Apo azad bibe, Meclîs bikeve dewrê û bi vî rengî gavên çareseriyê yên li ser li hev hatiye kirin bi qanûnan û destûra bingehîn re werin ewlekirin. Bê guman li gel çareserkirina pirsgirêka Kurd divê pirsgirêkên Elewiyan û hemû civatên etnîkî û baweriyan jî bên çareserkirin."
KCK'ê da xuyakirin ku ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan jî pêwîstî bi destûreke bingehîn a piranî heye û destnîşan kir ku avêtina van gavan re Tirkiye dikare pirsgirêkên nava xwe çareser bike û li Rojhilata Navîn veguhere hêzeke mezin.
KCK'ê got, "Li ser vê bingehê em bang li hemû partiyên siyasî, saziyên demokratîk, çapemenî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, jin, ciwan, kedkar û civatên etnîkî û baweriyan dikin ku bi berpirsyarî rabin, Tirkiyeya demokratîk û azad biafirînin û hemû pirsgirêkan çareser bikin."