Li Amedê gule li kargehekê hat reşandin

Li navçeya Amed Baglarê, duh bi şev gule li kargehekê hat reşandin.

Kargeha li ser rêya Bariş a li navçeya Amed Baglarê, kargehek nîvê şevê ji aliyê kesên nasname nediyar ve hat gulereşandin. Di gulereşandinê de zêdeyî 30 gule li dikana li pêşberî Mizgefta Mûhammediye ket.

Xwediyê kargehê Ayhan Işik danê sibehê dema ji bo vekirina dikanê hat bi êrîşê hesiya û agahî da polîsan. Işik ragihand ku heta niha ti gef li wî nehatibû xwarin.

Yên li apartmanên derdorê dijîn diyar kirin ku êrîş nîvê şevê saet di 03:00 de rû daye.