Nameyên dawî yên Kurdo Amed
Malbata Bakir a ji gundê Talatê yê navçeya Mêrdîn Nisêbînê ye, li taxa Deriyê Mêrdînê ya Amedê ku zêdetir Omeriyan lê dijîn, dima…
Malbata Bakir a ji gundê Talatê yê navçeya Mêrdîn Nisêbînê ye, li taxa Deriyê Mêrdînê ya Amedê ku zêdetir Omeriyan lê dijîn, dima…
Malbata Bakir a ji gundê Talatê yê navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li taxa Deriyê Mêrdînê ya Amedê ku zêdetir Omeriyan lê dijîn, dimîne. Omeriyên ku beşeke mezin ya xizmên wan li bajarê Dêrik, Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiya Rojava dimînin, di berxwedana Rojava de cih digirin. Omeriyayî ne tenê li Rojava û Bakurê Kurdistanê, li bajarê Edene, Îzmîr, Mersîn, Stenbol û yên din jî bicih bûne û her tim destek dane têkoşînê.
Yek ji van Omeriyan Diyar Bakir e û di 1993’an de li taxa Deriyê Mêrdînê ya Amedê ji dayik dibe. Zarokê destpêkê yê malbatê ye. Malbatê navê wî Hogir daniye lê dewletê qedexe kiriye. Tevî ku di nasnameya wî de Diyar tê nivîsin jî, malbat û hevalên wî bi navê Hogir gazî dikin. Diyar Bakir yan jî Hogir, bi dirûstî û kesayeta xwe ya giran, ji aliyê her kesî tê hezkirin.
Hogir ku zarokê mezin ê malbatê ye, ji bo ku bixwîne bavê wî hemû derfetên xwe yên aborî dixe dewrê. Diyar Bakir dibistana lîse û seretayî bi serketînê temam kir û ji bo ezmûnên Zanîngehê jî diçe dersxaneyê.
Ji Omeriyan gelek kes beşdarî PKK’ê bûne û gelekan jiyana xwe ji dest daye. Vê bandorek mezin li ser Hogir kiriye. Diyar Bakir di 2014’an de ji aliyê malbatê ve tê zewicandin, 5 meh şûnde piştî ku DAIŞ êrîşê Kobanê dike, nekare bêdeng bimîn. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengal û Rojava, berê Diyar Bakir dide têkoşînê. Diçe Kobanê. Tevlî YPG’ê dibû nasnavê Kurdo Amed digire. Di eniya herî pêş de li dijî DAIŞ’ê şer dike û peywirên xwe bi layîqî tîne cih.”
‘DAYÊ GULE DIQEDE, DIBE EV HEVDÎTINA ME YA DAWÎ BE
Kurdo Amed ku ji roja destpêkê ya pevçûnan li dijî DAIŞ’ê bi dil û can têkoşiya, di Îlona 2014’an de di pevçûneke pir giran de, bi telefonê li dayika xwe digere. Kurdo Amed ji dayika xwe re dibêje: “Dayê xwarina me, nanê me qediyaye. Xwarin, vexwarin ne girînge. Lê guleyên min diqedin. Ev min dike fikaran. Bi çekên giran êrîşî me dikin. Em hemû heval bi hemû hêza xwe bersivê didin wan. Ji bo em wan nêzî vir nekin, çi ji destê me tê em dikin. Em qehremaniya ciwanên Kurd nîşanî wan didin. Heta ev can di beden de be ez venakişim. Em têkoşîna xwe didomînin. Ji ber vê min xwest ez dengê te di şer de jî hîs bikim. Dema dengê te dibihîzim, ev min xurt dike. Lê dibe ev hevdîtina me ya dawî be.”
Kurdo piştî telefonê digire, careke din jê agahî nayê girtin. Kurdo Amed di meha Îlonê de jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wî ancax 8 meh şûnde di nava kavilan de tê dîtin. Amed bi merasîmeke bi heybet bi hevalê xwe Feyzî Çakar (Rizgar Amed) re li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Nameyên ku Kurdo Amed ji bo malbata xwe nivîsandibûn jî mirov hestiyar dikirin.
Kurdo di nameyên xwe de behsa kutilkên ku dayika wî çêdikir, dike û ji hevsera xwe Medya ku gelek jê hez dikir jî hincetên beşdarbûna xwe vedigot.
Berfirehiya van nameyan
DIVÊ TI KURD VAN QEBÛL NEKIN
“Ji bo malbat û hevsera min; Ez dizanim çûyîna min wê we gelek xemgîn bike. Lê xemgîn nebin. Xemgîniya we ji ber hezkirina we ye. Ez jî dibêjim ger hun hez dikin, xwe xemgîn nekin. Mirov divê il ser esasa baweriyên xwe bijîn. Jiyana li vir jiyanek vala ye. Jiyan ji zewacê nepêkane. Ez xwediyê vê me. Û ez jiyanek wisa nekarim qebûl bikim. Ezê li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê biçim. Gelê min li ber çavên min tê qetilkirin. Ez nekarim wek temaşevan bimînim. Divê kes jî temaşevan nemîne.
Gelê me yê mazlum di nav vê berxwedanê de ye. Rastî êrîşa emperyalîst û dagirkeran tên. Gelê me ji aliyê çavsoran ve tên qetikirin. Jinên me li bazaran tên firotin. Jinên tên firotin namûsa me ne. Ew xaka me ya tê dagirkirin, namûsa me ye. Divê em xwedî li namûsa xwe derkevin. Namûs ne tenê jine. Jinê her kes tiştên tên jiyîn qebûl neke. Ev meseleya wijdanê ye. Divê em têbikoşin û wijdana xwe rehet bikin. Lê wijdana min nerehete. Bila kes nebêje, hîna nû zewicibû, çima çûye? Dema zewicîm min tiştekî wisa nedifikirî. Lê min nekarî ez vî şerî ji derve temaşe bikim. Wijdana min nerehet bû, hun min fêm dikin? Dema ez derfetê bibînim ezê li we bigierim. We ji bo min pir tişt kir. Dest ji we berdan gelek zehmete!
EGER ŞEHÎD BIKEVIM, NEGIRÎ
Ji bo dayika min: Di vê jiyanê de ya herî zêde ez fêm kirim, ti bû. Ez dizanim, wê dîsa herî zêde ti min fêm bikî. Ez li vir nekarim bijîm. Ez naxwazim ti xemgîn bibî. Ti mirovek bi hêz û îradeye. Ger şehîd bikevim, negirî. Bi bigirî wê dijmin bi te bikene. Dayika min, xurt be. Min bi tililiyan oxir ke. Ezê bêriya wan kultilkên te bikim.
Ji bo her du kal û her du pîrên min silavên min bêje. Bila kes jî nekeve pey min. Ger zarokek min çêbibe, ez dixwazim nav lê daynim. Ger keç be bila an Avaşîn an Lawîn be. Kur be jî ez ji we re dihêlim.
Li mal tizbiyeke min ya kevir heye. Wê tizbiyê bidin Serokê li Îzmîrê. Ji min xwestibûn, min nekarîbû bikirim. Wê bidin wî.
Heval dayika xwe xemgîn neke. Ew emanetê te ye. Baş li wê binêre…
STÊRK KETIYE SER PORÊ TE
Ji bo bavê min: Ez destpêkê ji bo her tiştê te ji min re kir spas dikim. Te gelek tişt kir. Te em parastin. Lê ez nekarim li van deran bisekinim. Divê ez nezewiciyama. Lê min demê nedifikirî ku ez biçim. Ez bi şevan ranazim. Tiyê min fêm bikî. Her derfetê bibînim ezê telefon bikim. Min barekî giran li ser we hişt. Medya emanetê te ye. Qe nebe heta ez sax bim. Ez stranên Ahmet Kaya ‘stêrk ketiye porê te’ diyariyê we dikim. Bi taybet jî diyariyê dayika xwe dikim.
WELATÊ MIN DI BIN ZILMÊ DE YE
Ji bo hevala min; Ez dixwazim carek din bêjim, ez pir ji te hez dikim. Ez dizanim bi çûyîna min re tuyê pir bi êşî. Min dixwest te jî bibim. Lê hezkirina min vê asteng dike. Di vê dema kurt a min bi te re derbas kir de, min xwest ez te bikim jineke xurt. Min xwest ez te biguherim. Ji vir şûnde ez tineme. Ti her tim xurt û îrade be. Xwe pêş bixîne. Li dijî hestên xwe têk neçe. Ger ti ji min hez bikî, li pey min qet negirî.
Hezkiriya min; dema welat di bin zilmê de ez nekarim bijîm. Evîna ku ez bi te re dijîm, nekare bibe evîna rast. Evîna rast divê wek evîna Dewrêşê Evdî be. Wek Mem û Zîn be. An jî wek rêbertiyê gotiye ‘evîna rast cihê ku dijmin xwe nagihînê ye’. Belê ez jî li pey vê evînê diçim. Ji bo ji te hez dikim diçim. Medya can, ti êdî keça malbata minî. Piştî min ez naxwazim ti vegerî mala bavê xwe. Ger ti ji min hez dijî neçe cihekî, tiyê wek Edûlê li bende min bî. Bila her tim serê te bilind be..
Xwe bizane, xwe nas bike, xurt be. Ji her kesî re silav.