BI DÎMEN

Kurdên Çelyabinskê serketina HDP pîroz kirin

Kurdistaniyên li Çelyabinskê dijîn, bi dostên xwe re serketina HDP'ê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Çelyabinskê dijîn, bi dostên xwe re serketina HDP'ê pîroz kirin.  

Kurdistaniyên li Federasyona Rûsyayê bajarê Çelyabinskê dijîn, bi dostên xwe re serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi şahiyekê pîroz kirin. Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê, endamê Rêveberiya Rêxistinbûyîna Êzidiyên li Rûsyayê Sêvdînê Azad axivî. 

Azad di axaftina xwe de HDP pîroz kir û da xuyairin ku êdî gelê Kurd gihaştiye wê asta bi îradeya xwe xwe bi rêve bibe û got: "Gelê Kurd di vê hilbijartinê de bêyî ku ferq û cudahiyê têxe navbera mezheb û gelên cuda bi vîna xwe ya azad aliyê xwe diyar kir û HDP şand parlamenta Tirkiyeyê. Ev serketina ku hatiye bidesxistin ji bo me Êzîdiyan jî pir bi wate û girîng e. Cara yekem e ku du parlementerên Kurd bi nasnameya xwe ya Êzîdî tên hilbijartin. Her wiha di bin banê HDP’ê de gelek netewe û mezhebên din jî hatine hilbijartin ev yek jî dide diyar kirin ku HDP bi rastî jî bûye partiyek pir rengî û hemû netewe hembêz kiriye. Ji ber vê serketinê em hemû kesên ku di vê serketinê de xwedê ked in bi dilekî germ pîroz dikin û berdewamiya serketina wan dixwazin."

Di dawiya axaftina xwe de Azad diyar kir ku tevî hemû provakasyonên AKP û alîgirên wê nikarîn pêşî li îradeya gel bigirin û got: "Ji despêkê ve AKP hemû hêza dewletê dabû pişt xwe û ji bo HDP bi sernekeve di nav hewildanên pir qirêj debû. Her wiha ji bo pêşî li serketina gel bigere serî li pêkanînên terorê jî dan. Lê gelê Kurd bi vîna xwe ya azad ev hemû plan pûç kir. AKP û Erdogan ne tenê li Bakurê Kurdistanê li Şengal û Kobanê jî ji bo gelê Kurd têk bibe û vîna gelê Kurd bişikînin bi awayekî aşkera pişgiriya DAIŞ kirin. Îro di ragihandinê de ev alîkariya wan bi awayekî aşkera jî tê parvekirin. AKP û Erdogan xwestin gelê me bixapînin lê bi saya pêşdîtinên Serok APO ve hemû planên wan vala hatin derxistin. Di vê serketina HDP bi dest xistiye de bê guman rola Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan pir girîng e". 

Piştî axaftinê bi tevlîbûna hunermendên herêmî Yûrayê Memê û Qaşaxê Letîf şahî hate li darxistin, govend hate gerandin. Şahî bi sloganê 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.

...