KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Girê Spî ala DAIŞ'ê hat daxistin, ala YPG'ê li ba ye
Şervanên YPG/YPJ'ê li Girê Spî ala DAIŞ'ê daxistin û li ber dirûşmên "Bijî Serok Apo" ala YPG'ê daliqandin. -
Kalkan: Êdî domandina ya berê nepêkan e
Kalkan diyar kir ku di hilbijartinan de sîstema netewe-dewletiya Tirk hilweşiya ye, rejîma qirkirina çandî têk çûye û got, "Êdî domandina ya berê nepêkan e. Lewma bi vê rewşa nû re wê pêvajoyeke nû destpê bike." -
Li Qamişlo provokasyona rejîmê
Li Qamişlo hêzên rêjîmê hin ciwanan Kurd û Ereb ji bo leşkeriya bi darê zorê girtin, li ser vê yekê şer derket û di encamê de 3 navendên rejîmê hatin rizgarkirin û bi dehan leşker hatin girtin. -
Kerkûkî: Divê Başûrê Kurdistanê rêveberiya parlamenter a demokratîk esas bigire
Alîkarê Hevserokên Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî der barê destûra bingehîn a nû ya li Başûrê Kurdistanê nîqaş li ser tê kirin de got, "Destûreke bingehîn a demokratîk wê lihevnekirinên navbera partiyan çareser bike." -
Azadkirina Girê Spî li Şengalê hat pîrozkirin
Azadkirina Girê Spî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve, li Şengalê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. -
TEV-DEM: Azadî bi rengekî nû vegeriya Girê Spî
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rizgarkirina bajarê Girê Spî li hemû welatiyên herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku azadî bi rengekî nû vegeriyaye Girê Spî. -
Kaçeroglû: Yê birîndar bûye polîs be, yê kurê min lînç kir jî polîs e
Der barê bavê Ekrem Kaçeroglû yê li Îzmîrê di çalakiyên ji bo Kobanê de hat lînçkirin û qetilkirin, bi îdîaya ku di roja bûyerê de "Bi zanebûn êrîşî polîs kiriye û birîndar kiriye", "Nehiştiye wezîfeya xwe bike û zerar daye mal" lêpirsîn hat vekirin. -
Cenazeyên 5 têkoşeran li Kobanê hatin veşartin
Şêniyên Kobanê 2 xebatkarên Heyva Sor a Kurd, 2 şervanên YPG’ê û welatiyekî sivîl ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê veşartin. -
NCDK a Înnsbruckê kongreya xwe ya 1. lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê, 1. kongreya xwe ya asayî lidar xist. -
Pirtûka Iraz ji bo fêmkirina Felsefeya Apoyî rê nîşan dide
Pirtûka "Felsefeya Apoyî" ya nivîskar Hasan Iraz, ku ji Weşanên Goran derket, gihaşt ber destê xwendevanên xwe. -
Bi dehan gund û gundik hatin paqijkirin, li Girê Spî ala YPG'ê li ba ye
Di çarçoveya pêngava paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê ya di 6'ê Gulanê de destpê kir hêzen YPG/YPJ'ê Girê Spî duh êvarê azad kir û ala YPG'ê lê çikandin. -
Girê Spî azad bû
Di fînala Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de hêzên YPG’ê û Burkan El Firat gihiştin serketinê. Girê Spî piştî 2 salan gihişt azadiya xwe. -
Li hember çeteyên li Girê Spî ji 4 milan ve operasyon
Operasyonên rizgarkirina bajarê Til Ebyadê (Girê Sipê) ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ, Liwa El-Tehrîr û Burkan El-Firat ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê tên meşandin, bi hemû hêza xwe didomin. -
Di êrîşa bombeyî de, midûr ambulans neşand
Ji ber ambulans neşandin mîtînga HDP’ê ya 5’êHezîranê ya li Amedê der heqê Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr ê Amedê Mehmet Saît Avar û Alîkarê Midûrê ji Serwîsa Lezgîn 112 berpirsyar Hakan Karakaş de gilî hat kirin. -
Li Dihê operasyona leşkerî: HPG’iyekê jiyana xwe ji dest da
Li çoltera gundê Garisan a bi ser navçeya Dihê di operasyona leşkerî ya ku artêşa Tirk da destpêkirin de gerîlayeke jin jiyana xwe ji dest da. -
Çete direvin Tirkiyeyê
Çeteyên DAIŞ’ê yên nikarin xwe li hember YPG’ê bigirin, ji Girê Spî direvin Tirkiyeyê. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê çalakiya fedayî pêk anî aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê di şerê li dijî çeteyan de birîndar bûbû û çalakiya fedayî li dar xist, aşkera kir. -
Şervanên YPG / YJP’ê li Girê Spî girekî stratejîk azad kirin
Şervanên YPG/YPJ’ê şevê din saet derdora 02.00’yan de li hemberî girê li daketina bajarê Til Ebyadê (Girê Spî) ku ji bo çeteyên DAIŞ stratejîk e, çalakiyek li dar xistin û ji çeteyan paqij kirin. -
Hêzên Kobanê û Cizîrê gihiştin hev
Hêzên YPG/YPJ’ê yên kantonên Kobanê û Cizîrê li ser rêya Reqa û Girê Spî gihiştin hev. -
Serketina HDP'ê li Danîmarkayê hat pîrozkirin
Li bajarê Danîmarkya Horsensê, bi beşdariya siyasetmedarên Danîmarkî, hejmareke zêde Kurdistanî û Tirkiyeyiyan re serketina HDP'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin. -
Şahîn û Onlu mezbateyên xwe wergirtin
Parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu mezbateyên xwe wergirtin. -
Hêzên YPG/YPJ li navenda Girê Spî bi pêş ve diçin
Di operasyonên ji bo rizgarkirina Girê Spî de ji duh bi şev û vir ve bi dehan gund hatin rizgarkirin û rêya di navbera Girê Spî û Reqayê, ket bin kontrola şervanan. Hêzên YPG/YPJ'ê ku taxa Meşhura Jêr ji çeteyan paqij kirin, her bi pêş ve diçin. -
Doza Somayê wê sibe dewam bike
Doza Somayê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê, bi hinceta ku parêzerên bersûcan parêzerên zêdeyî yek kesî ne û ji ber vê yekê dibe ku pevçûn li ser berjewendiyan derkeve, ji bo parêzerên cuda bên wezîfedarkirin, taloqî sibe hat kirin. -
PKK'ê 'Şehîdên Meha Hezîranê' bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê: Şehîdên Meha Hezîranê weke sembolên mirovahiyê û sosyalîzmê, weke nirxên kêmdîtî yên li dîrokê hatine neqişandin, nûnerên enternasyonalîzmê ne ku wê ti carî neyên ji bîr kirin. -
Li qadên gerîla tevgera keşfê
Tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li qadên gerîla zêde dibe.