KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
Koma ji Montpeîllerê nobeda li Strasboûrgê didomîne
Nobeda Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, kêm maye sê salên xwe temam bike. Endamên koma 156. a ji Montpeîllerê hatin, bi morala serketina HDP û Girê Spî nobedê digirin.
-
Ji FEDA'yê peyama meha Remezanê
Desteya Pîran a FEDA'yê der barê meha Remezanê de daxuyaniyek da û got, "Ji ber rewşa cografîk, gelên Rojhilata Navîn bi salane mehên Remezanê bi êş derbas dikin."
-
-
-
Sema Yuce li Agirî hat bîranîn
Sema Yuce (Serhildan) a PKK’yî ya 21’ê Adara 1998’an li Girtîgeha Çanakkale bedena xwe da ber agir û 17’ê Hezîrana 1998’an jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn.
-
-
Kazici ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Girtiyê PKK'yî Riza Kazici yê piştî emeliyat bû dîsa şandin girtîgehê û li Girtîgehê Tîpa Ta Kandirayê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin.
-
-
-
Li Kobanê merasîma leşkerî û pîrozbahiya serketinê
Şervanên YPG/YPJ’ê yên Kantona Cizîrê ku tevlî Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo bûne û şervanên Kantona Kobanê yên ku tevlî Operasyona Şehîd Gelhat bûne, bi hev re Girê Spî rizgar kirin, piştî gihîştin Kobanê merasîmek leşkerî li dar xistin.
-
Bi sedan kes vegeriyan Girê Spî
Vegera niştecihên Girê Spî ya ji aliyê hêzên YPG, YPJ û Burkan El Firat ve hat rizgarkirin didome. Ji serê sibehê ve nêzî hezar kes di deriyê sînor re derbasî Girê Spî bûn.
-
-
-
Vegera Girê Spî ya ji DAIŞ’ê hat paqijkirin destpê kir
Vegera Girê Spî ya ji çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovatiyê hat paqijkirin destpê kir. Niştecihên Girê Spî diyar kirin ku li Girê Spî ya di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê de jin nikarîbûn derkevin derve jî û azadî bi coş pêşwazîkirin.
-
-
Azadiya Girê Spî li Swêdê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Gaevle dijîn, têkbirina çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê û azadbûna Girê Spî bi coşeke mezin pîroz kirin. Li Stockholmê jî wê di 19'ê Hezîranê de pîrozbahiyek bê organîzekirin.
-
Li Kobanê merasîma bi heybet - HAT NÛKIRIN
Bi sedan şervanên YPG û YPJ’ê yên bi Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo re Girê Spî azad kirin, saet di 14:00 de ketin nava bajarê Kobanê. Hêzên herêma Cizîrê ji aliyê Fermandariya YPJ'ê ve hatin pêşwazîkirin.
-
-
-
Koordînasyona Rojava serketina Girê Spî pîroz kir
Koordînasyona Giştî ya 3 Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn) bi daxuyaniyekê rizgarkirina Girê Spî (Til Ebyed) pîroz kir û diyar kir rizgarkirina Girê Spî wê bibe pêngaveke nû ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk.
-
Nasnameya 42 şervanan hat aşkerakirin
Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê bi merasîmekê nasnameya 42 cangoriyên riya azadiyê yên HPG’ê, YPG’ê û YPJ’ê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kirin
-
'Erdogan şerê Ereb-Kurd sor dike'
Rojnamevan Fehmî Taştekîn, Ceyda Karan û Celal Başlangiç, serketina şervanên YPG/YPJ'ê ya li Girê Spî ji ANF'ê re nirxandin û destnîşan kirin ku bi vê serketinê re polîtîkaya AKP'ê ya Rojhilata Navîn careke din têk çûye.
-
-
'Destûra Bingehîn divê demokratîk be'
Parêzerê Başûrê Kurdistanê Hejar Kakaî diyar kir ku ji bo Başûrê Kurdistanê bibe xwedî pergaleke demokratîk, pergala parlamenteriyê ya ku tevlîbûna demokratîk esas digire, ferz e.
-