Nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê hat aşkerakirin
Nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hat aşkerakirin.
Nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hat aşkerakirin.

Nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hat aşkerakirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Êrîşên ku li ser nirxên mirovahiyê ji aliyê çeteyên DAIŞê ve tên pêkanîn berdewam dikin. Ji aliyekî ve parêzvanên mirovahiyê YPG û YPJ bi hemû hêza xwe li dijî destdirêjiyê têdikoşin û rojane serketinên bi heybet bi dest dixin. Hemleyên ku yekîneyên me di dema dawî de dabûn destpêkirin li Kantona Kobanê û Cizîrê jî bi hemû serketinên xwe dewam dike. Bêguman ev berxwedana ku li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin bi ked û xwêdaneke mezin a ciwanên ji bo azadî û rûmeta gel canê xwe dane, pêk hatiye.
Di berxwedana dîrokî ya Kantona Kobanê û Cizîrê de 9 lehengên me bi qehremanî û fedakariyeke mezin şer kirin û gihiştin şehadetê. Di nava wan 9 lehengan de Fermandarê YPG’ê Harûn Kobanê yê ku di rizgarkirina bejahiya Kobanê rolekî sereke lîst û her tim pêşeng bû ji şervanan re, heye.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soza şopdariya rêya şehîdan didin û heta dawiyê em ê xeyal û hêviyên wan pêk bînin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin, heya em Rojava ji hovîtiya DAIŞ’ê azad bikin û sersaxiyê ji malbata Fermandar Harûn û hemû malbatên şehîdan re dixwazin.”
Nasnameyên şervanan wiha ne :
Nasnav: Harûn Kobanê
Nav: Welit Îsa
Navê dayikê: Yazê
Navê bav: Mihemed elî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih dîroka şehadetê: 6-1-2015 Kobanê
Nasnav: Sadiq Kobanê
Nav: Ciwan Celal Ehmed
Navê dayikê: Sibhiya
Navê bav: Celal
Cihê jidayikbûnê: Gundê Qasmiyê
Cih û dîroka şehadetê: 12-11-2014 Kobanê
Nasnav: Çekdar Efrîn
Nav: Ebdulah Suleyman
Navê dayikê: Elîf
Navê bav: Mihemed Elî
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê : 14-6-2015 Kobanê -gundê Seîdiyê
Nasnav: Xebat Kobanê
Nav: Mihemed Mustefa
Navê dayikê: Bedriya
Navê bav: Mustefa
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: 14-6-2015 Kobanê – gundê Seîdiyê
Nasnav: Agir Denîz
Nav: Naîm Akgul
Navê dayikê: Xoxê
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Cih û dîroka şehadetê : 14-6-2015 Bajarokê Silûk
Nasnav: Newroz Êlih
Nav: Sevgî Dogmuş
Navê dayikê: Mehdiya
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Cih û dîroka şehadetê: 14-6-2015 Bajarokê Silûk
Nasnav: Robîn Argêş
Nav: Îsmaîl Kakî Kol
Navê dayikê: Zozan
Navê bav: Saît
Cihê ji dayikbûnê: Silopiya
Cih û dîroka şehadetê: 14-6-2015 Bajarokê Silûk
Nasnav: Zagros Colemêrg
Nav: Nazim Harmancî
Navê dayikê: Sofiya
Navê bav: Bedel
Cih û dîroka şehadetê: 10-6-2015 Serêkaniyê – Ruguba
Nasnav: Zîlan Efrîn
Nav: Newroz Cuma
Navê dayikê: Eyşa
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Efrîn -Bilbilê
Cih û dîroka şehadetê: 13-6-2015 bajarokê Silûk