Polîsên Tirk ku hefteya dawî Gumrika Deriyê Sînorê Kaniya Xezalan (Akçakalê) dorpêç kiribûn, piştî saetên nîvro ji deriyê sînor vekişiyan. Piştî polîs vekişiyan, kontrola deriyê sînor ji zarokên biçûk yên Kaniya Xezalan re ma.
Dema şervanên Kurd ên YPG/YPJ û Burkan El Firat li dijî çeteyên DAIŞ, li Girê Spî operasyona azadkirinê destpê kirin û heta Girê Spî azad kirin, bi sedan polîsên sîvîl Deriyê Gumrikê yê Sînorê Kaniya Xezalan dorpêç kirin.
Polîsên sîvîl û trafîkê piştî demek dirêj deriyê sînor dorpêç kirin, îro di saetên piştî nîvro de deriyê sînor terk kirin û kontrola deriyê sînor ji zarokên Kaniya Xezalan re hiştin.
Piştî zarok çûn ser sînor derî ji xwe re kirin holik û dest bi lîstikê kirin.