Azadiya Girê Spî li Swêdê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Gaevle dijîn, têkbirina çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê û azadbûna Girê Spî bi coşeke mezin pîroz kirin. Li Stockholmê jî wê di 19'ê Hezîranê de pîrozbahiyek bê organîzekirin.

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Gaevle dijîn, têkbirina çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê û azadbûna Girê Spî bi coşeke mezin pîroz kirin. Li Stockholmê jî wê di 19'ê Hezîranê de pîrozbahiyek bê organîzekirin.

Kurdistaniyên ku pê hesiyan hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat, çeteyên DAIŞ'ê li Girê Spî têk birin, herikîn lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Gaevle.

'EM Ê BI BERPIRSYARÎ RABIN'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Elî li vir peyivî û got, "Em îro bûyereke ku ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn girîng e, pîroz dikin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku her tişt temam bûye. Hînê li pêşiya me rêyeke dûr û dirêj heye, hînê gelek kar hene divê em bikin. Piştî vê pîrozbahiya demkurt, ji bo dewamiya berxwedana li Rojava em ê bi berpisryarî rabin û têkoşîna xwe dewam bikin."

Piştî axaftina Elî, li ser Şoreşa Rojava û pêngava Girê Spî sînevîzyonek hat nîşandan.

Endama Meclîsa Şaredariyê ya ji Partiya Çep Jîn Akgul Hoca ku bi heyeta Swêdê ya çavdêriya hilbijartinê re çû Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, çavdêriyên xwe yên 7'ê Hezîranê bi beşdaran re parve kir. Hoca destnîşan kir ku HDP tevî hemû êrîş û astengiyan serketineke mezin bi dest xistiye û vê yekê di nava çavdêrên Swêdî de rê li ber rewşeke matmayî û heyraniyê vekiriye.

Li dû axaftinan Kurdistanî li ber meydana li pêşiya avahiya komeleyên civiyan û bi gerandina govendê azadiya Girê Spî pîroz kirin.

WÊ LI STOCKHOLMÊ JÎ WERE PÎROZKIRIN

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn jî, wê azadbûna Girê Spî di 19'ê Hezîranê roja Înê saet di 14:00 de li Komeleya Çanda Kurd a Stockholmê pîroz bikin. Ciwanên Azad bang li hemû Kurdistaniyan kir ku tevlî pîrozbahiya Girê Spî ya li komeleyê bibin.

...