Vegera Girê Spî ya ji çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovatiyê hatin paqijkirin destpê kir. Niştecihên Girê Spî diyar kirin ku li Girê Spî ya di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê de jin nikarîbûn derkevin derve jî û azadî bi coş pêşwazîkirin.
Piştî Girê Spî bi Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo re ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê û Burkan El Firat ve hat rizgarkirin, kesên ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê reviyabûn vedigerin warê xwe. Gel ji danê sibehê ve di nav têlên sînor de vedigerin. Deriyê sînor ê dema di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû bi şev û roj vekirîbû piştî bajêr hat rizgarkirin ku dewleta Tirk derî girt û destûr nade welatî derbas bibin ji nuqteyeke nêzî deriyê sînor derbas dibin. Ji roja pevçûnan destpê kir nêzî 5 hezar kesên ji bo ji çeteyên DAIŞ’ê re nebin mertal derbasî aliyê Kaniya Xezalan bûn, ji wan herî kêm 500 kes careke din vegeriyan Girê Spî yê ji çeteyan hat rizgarkirin.
'JI NIKARÎBÛN DERKEVIN DERVE; EM BI QEWITANDINA DAIŞ’Ê RE KÊFXWEŞ BÛN'
Ciwanê bi navê Mehmet El Xelef ê beriya derbas bibe axivî got, wek 30 malbat neçar man koç bikin, lê piştî bajêr hat azadkirin ji bo vegerê ketine nav tevgerê. El Xelef diyar kir herî zêde jî bi qewitandina DAIŞ’ê re pir kêfxweş bûne. El Xelef wiha dewam kir: "Jiyan bi xwe bibû zehmetî. Ji bo cigareyekê cezayê sed daran dibirîn. Di kincên jinan de jî ew xwedî biryar bûn. Ji bilî reş nedihiştin tiştekî li xwe bikin. Ji ber rengê sor çend jin hatin cezakirin. Jin nikarîbûn ji malên xwe derkevin.”
TÊ PAYÎN KU HEJMAR ZÊDE BIBE
Tê payîn hejmara welatiyên vedigerin Girê Spî di nav rojê de zêde bibe.