Bi sedan kes vegeriyan Girê Spî
Vegera niştecihên Girê Spî ya ji aliyê hêzên YPG, YPJ û Burkan El Firat ve hat rizgarkirin didome. Ji serê sibehê ve nêzî hezar kes di deriyê sînor re derbasî Girê Spî bûn.

Vegera Girê Spî ya ji aliyê hêzên YPG-YPJ’ê û Burkan El Firat ve ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, tevahiya rojê dewam kir. Li bajarê berî niha bi 2 rojan hat rizgarkirin piştî kontrola mayînan îro serê sibehê vegera destpêkê pêk hat. Welatiyên Girê Spî danê sibehê bi koman hatin Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan piştî karûbarên li gumrikê vegeriyan xaka xwe. Azadkirina Girê Spî ku di rûyê niştecihên bajêr de xuya dike, her saet hejmara kesên vedigerin zêde dibe. Hat ragihandin ku di nava rojê de zêdetirî hezar kes vegeriyaye û çavlirê ye ev hejmar her biçe zêdetir bibe.