Li Kobanê merasîma bi heybet - HAT NÛKIRIN

Bi sedan şervanên YPG û YPJ’ê yên bi Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo re Girê Spî azad kirin, saet di 14:00 de ketin nava bajarê Kobanê. Hêzên herêma Cizîrê ji aliyê Fermandariya YPJ'ê ve hatin pêşwazîkirin.

Hêzên YPG/YPJ'ê yên danê sibehê saet di 09:00 de ji gundê Nestel ê Mebrûka bi rê ketin, saet di 14:00 de gihîştin Kantona Kobanê.

Şervanên YPG/YPJ'ê ku di destpêkê de çûn gundê Serzûrî yê berxwedaneke dîrokî lê hat meşandin û bibîranîna hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane re mizgîniya serketinê dan cangoriyan, piştre derbasî navenda kantonê bûn.

Li ser rêya konvoy jê derbas bû gel bi nîşandana nîşaneya serketinê û qîrîna dirûşmeyan, şervan pêşwazî kir. Jin, zarok, extiyar, ciwan bi hezaran kes bi qîrîna dirûşmeya "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê" kêfxweşiya xwe nîşan dan.

Li her gundê konvoy jê derbas bû, wesayîtên nû tevlî konvoyê bûn.

Hêzên YPG/YPJ'ê yên Cizîrê, li gundê Qeremox ê li rojhilatê Kobanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê û Fermandariya YPJ'ê ya Kobanê ve hatin pêşwazîkirin. Piştî hembêzkirin û silavdayîna hev, şervanan berê xwe dan navendê.

Li meydana li ser rêya Helebê ya li navenda bajarê Kobanê, bi hezaran Kobaniyî û bi sedan şervanên YPG/YPJ'ê civiyan.

Li qada ku bi alên YPG/YPJ'ê û wêneyên cangoriyan hat xemilandin, li ber qîrîna dirûşmeyan merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.

Di hevdîtina dîrokî de rêveberiya kantona Kobanê û ji heft heta heftê salî her kes amade ne.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim destpêkê mafê axaftinê girt û hêzên YPG/YPJ'ê silav kir.

Merasîma ku hînê dewam dike, ji aliyê MedNûçe, Stêrk û Ronahî TV ve bi awayekî zindî tê weşandin.

...