KCK: Em bang dikin ku bi serketina Girê Spî re demek nû bê destpêkirin

KCK’ê bang li hemû gelên Sûriyeyê kir ku bi serketina Girê Spî re, bi têkoşîna hevpar re Sûriyeyek demokratîk ya dibe welatê demokratîk û hevpar a hemû gelan, bê afirandin û pêvajoyeke nû ya ku Rojhilata Navîn demokratîk dike, bidin destpêkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li hemû gelên Sûriyeyê kir ku bi serketina Girê Spî re, bi têkoşîna hevpar re Sûriyeyek demokratîk ya dibe welatê demokratîk û hevpar a hemû gelan, bê afirandin û pêvajoyeke nû ya ku Rojhilata Navîn demokratîk dike, bidin destpêkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî azadkirina Girê Spî daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê ji Girê Spî ya bûye belaya serê gelên Sûriyeyê û hemû gelên Rojhilata Navîn, ne tenê serketina şoreşgerên Rojava, serketina hemû gelên Sûriyeyê ye. Em şehîdên şoreşê yên di vê serketinê de rol girtine bi rêzdarî  û hurmet bibîr tînin, gerîlayên YPG-YPJ’ê û hêzên Burkan El Firat pîroz dikin. Daxwaza me ev e ku ev serketin bi Sûriyeyek demokratîk tacîdar bibe.”

NE TENÊ HEVDÎTINA KANTONAN, HEVDÎTINA GELÊN SÛRIYEYÊ YE

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku serketina YPG û YPJ’ê ne tenê hevdîtina Kantonên Cezîre û Kobanê ye; di heman demê de hevdîtina gelên Sûriyeyê ye.

KCK’ê bal kişand ser van esasan: “Girê Spî wê bigihêje rêveberiyeke hevpar a ku Kurd û Tirkmen bi hev re bi rê ve dibin. Ev rastiya rêveberiyê wê ji bo Sûriyeyek demokratîk bibe model. Daxuyaniyên fermandarên YPG û YPJ’ê vê nîşan didin. Jixwe karaktera herî balê dikişîne ya Şoreşa Rojava, bi zîhniyeta neteweya demokratîk re gel bi hev re bibin rêveberî.

DEWLETA TIRK HER CURE DESTEKÊ DIDA DAIŞ’Ê

Dewleta Tirk xemgîn bû ku Girê Spî ketiye destê hêzên Şoreşger yên Rojava. Ev jî hevkariya wan a sûc a bi DAIŞ’ê re nîşan dide. Dewleta Tirk, ji ser Akçakaleyê ji bo DAIŞ’ê leşker û malzemeyên lojîstîk dişand.

Dijberbûna dewleta Tirk a li dijî Kurdan, ew kiriye hevkarê herî mezin ê DAIŞ’ê. Hikûmeta AKP’ê ji ber dijminahiya li dijî Kurdan ketiye nava polîtîkayên ku nekare jê derkeve. Heta dewleta Tirk dest ji dijminahiya Kurdan bernede ne li derve û ne jî li hundir, ne mimkun e polîtîkayên rast bimeşîne.

Hikûmeta AKP’ê bi ti awayî nayne ziman ku DAIŞ, Kurdan ji cihên wan sirgûn dike. Welatiyên ji DAIŞ’ê direvin jî weke ku ji PYD’ê direvin nîşan dide. Ev durûtiyek mezine, vê ji bo ku sûcên xwe veşêrin, dikin. Divê her kes bizane ku li her deverên fikr û nêrînên Rêber Apo lê heye, biratiya gelan, neteweya demokratîk û rêveberiya demokratîk a hevpar pêk tê. Yek dewlet, yek netewe, yek welat û yek al karektera Erdogan û hikûmeta AKP’ê ye. Şoreşgerên Rojava DAIŞ têk birine û zîhniyeta yekparêz serobino kirine.”

EV SERKETIN DESTPÊKA DAWIYA PAŞVERÛTIYÊ YE

KCK’ê da xuyakirin ku girtina Girê Spî, berxwedana Kobanê watedartir kiriye û got: “Serketina Girê Spî di heman demê de serketina Berxwedana Kobanê ye, serketina gelên cîhanê yên li dora berxwedana Kobanê bûne xelek e. Serketina Girê Spî di heman demê de, serketina şoreşgerên enternasyonalîst yên di şoreşa Rojava de şehîd ketine. Serketina Girê Spî, ne tenê serketina gelê Kurd, serketina hemû civakên baweriyên cuda, Ereb û Suryaniyan e. Ev serketin bûye destpêka dawiya paşverûtiya DAIŞ’ê.  Serketina şoreşa Sûriyeyek Demokratîk ji îro pê ve hatiye îlankirin.”

KURD JI POLÎTÎKAYÊN DEWLETA TIRK NEREHETIN

KCK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd ji polîtîkayên dewleta Tirk ên Rojava û Sûriyeyê gelek nerehetin û wiha berdewam kir: “Zîhniyeta Erdogan a ‘Kobanê li ber ketinê ye’ xwe li Girê Spî jî derxistiye holê. Bi vê zîhniyetê zehmet e gelê Tirkiyeyê bi Kurdan re aştiyê bike. Ger em bi rastî behsa pêvajoyeke aştiyê bikin, divê beriya her tiştî dest ji vê dijminahiyê bê berdan. Dewleta Tirk a ji bo çend gundên Tirkmen fikarên xwe tîne ziman, ji bo Kurdên Kobanê ne bi fikar e. Dema Kurd ji Girê Spî hatin sirgûnkirin, ev nexist rojeva xwe û ev jî dijberbûna li dij Kurdan îfade dike.

Heta dewleta Tirk dijberbûna Kurdan bernede, ti wateya gotina ‘Em Kurd-Tirk bira ne, em ji hev ne cudane’ tine.  Heta dest ji vê zîhniyetê neyê berdan, ne mimkun e çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bê û aştî û îstîkrar pêk bê. Destberdana vê polîtîkayê, ne tenê tê wateya ku ji hundir ve, di siyaseta Rojhilata Navîn de jî wê ji xitimînê rizgar bibe.”

EM BANGA DESTPÊKIRINA PÊVAJOYEK NÛ DIKIN

Daxuyaniya KCK’ê bi van gotinan dawî bû:

“Ger bê dîtin ku hevkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re xêrê nayne û ger çareseriya neteweya demokratîk a Tevgera Azadiya Kurd bê qebûlkirin, herî zêde wê Tirkiye û gelên Tirkiyeyê ji vê qezenç bikin.  Polîtîkaya herî rast a ji bo Tirkiyeyê, ev e ku bi Şoreşa Rojava re aştiyê bike û li hundir û derve pêvajoyeke polîtîk a nû bê destpêkirin.

Em  bang li hemû gelên Sûriyeyê dikin ku bi serketina Girê Spî re, bi têkoşîna hevpar re Sûriyeyek demokratîk a dibe welatê demokratîk û hevpar a hemû gelan, bê afirandin û pêvajoyeke nû ya ku Rojhilata Navîn demokratîk dike, bidin destpêkirin.”