Koma ji Montpeîllerê nobeda li Strasboûrgê didomîne
Nobeda Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, kêm maye sê salên xwe temam bike. Endamên koma 156. a ji Montpeîllerê hatin, bi morala serketina HDP û Girê Spî nobedê digirin.
ANF
STRASBOÛRG
pêncşem, 18 pûşperê 2015, 07:16
Nobeda Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, kêm maye sê salên xwe temam bike. Endamên koma 156. a ji Montpeîllerê hatin, bi morala serketina HDP û Girê Spî nobedê digirin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, her hefte ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarekî cuda yê Ewropayê ve tê meşandin. Çalakiya ku di roja 1125. de ye, ji roja Yekşemê û vir ve ji aliyê Fatma Nesanir, Gul Dogan û Mehmet Ateş ên ji bajarê Fransa Montpeîllerê ve tê meşandin.
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Marsîlyayê destnîşan kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd bi qasî azadiya gelê Kurd girîng e.
Fatma Nesanir li ser navê komê agahî da û got, "Em di çalakiya xwe de li ser azadiya Rêber Ocalan û têkoşîna gelê Kurd agahiyan didin û bersivê didin pirsên Ewropiyan ên li ser Kurdistanê."
Nesanir anî ziman ku bi giranî serketina HDP'ê û têkoşîna li Rojava li dijî barbariya DAIŞ'ê tê meşandin ji wan tê pirsîn û got, "Hin ji mirovan dipirsin ku 'em ê heta kengî çalakiya xwe dewam bikin'. Em jî ji wan re radigihînin ku heta azadiya Rêberê me ev çalakî wê dewam bike."
Berdevka komê da zanîn ku hemû mirovên bi wan re diaxivin, kêfxweşiya xwe ya ji be qewimînên dawî yên li Kurdistanê tînin ziman.
'JI BO AZADIYA OCALAN DIVÊ KURD LI HER QADÊ TÊBIKOŞ IN'
Fatma Nesanir bal kişand ser Nobeda ji Ocalan re Azadî û got, "Bi dîtina min ev çalakî gelekî girîng e û heta bigihêje armanc xwe divê dewam bike. Her wiha ji bilî vê derê, pêwîste Kurd li her cihê lê ne, ji bo azadiya Ocalan têbikoş in."
Çalakgereke din Gul Dogan jî got, "Ji ber ku em li vir in, gelekî kêfxweş in. Em ji Montpeîllerê hatin vê derê, lê belê em natehibin. Ji xwe em bi girîngiya vê çalakiyê dizanin û bi daxwaza xwe em hatin."
'GELÊ ME BERSIVA PÊWÎST DA ERDOGAN Û AKP YA WÎ'
Mehmet Ateş jî ragihand ku azadiya Ocalan ji bo Kurdan 'nebe nabe' û got, "Nobed ji bo hefteyekê ye, lê eger destûr were dayîn ez bi xwe dixwazim bi temamî nobedê bigirim." Ateş bal kişand ser serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de û serketina YPG/YPJ'ê ya li Girê Spî û got, "Gelê me bersiva pêwîst da Erdogan û AKP ya wî. Li Rojava jî şervanên leheng ên gelê Kurd çeteyên DAIŞ'ê qewirandin. Divê êdî Kurdistan hemû bibe yek û li dijî dijminên gelan têkoşîneke hevpar were meşandin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî, hefteyê heft rojan di navbera saet 07:30 - 17:00 de dewam dike.