Rojnamevan Fehmî Taştekîn, Ceyda Karan û Celal Başlangiç, serketina şervanên YPG/YPJ'ê ya li Girê Spî ji ANF'ê re nirxandin û destnîşan kirin ku bi vê serketinê re polîtîkaya AKP'ê ya Rojhilata Navîn careke din têk çûye. Taştekîn diyar kir ku Erdogan ê planên wî yên li Kobanê û Girê Spî bi ser neketin, niha hewl dide bi daxuyaniyên manîpulatîf re rê li ber şerekî Ereb-Kurd veke. Karan da xuyakirin ku bi gihandina hev a her du kantonan re xeyalên AKP'ê yên ji bo herêma tampon têk çûne. Celal Başlangiç jî da zanîn ku serketinên YPG'ê bandor li hilbijartinên li Tirkiyeyê jî kirine û got, "Bû wesîle ku bê dîtin AKP û Erdogan di mijara aştiyê de çiqasî sextekar in."
HETA KU REQA BÊ XWEDÎKIRIN GEFA LI SER ROJAVA WÊ DEWAM BIKE
Fehîm Taştekîn diyar kir ku bi rizgarkirina Girê Spî ji aliyê YPG'ê ve, her çend gefa DAIŞ'ê bi temamî ji holê ranebûbe jî, di asteke girîng de hatiye beralîkirin û destnîşan kir ku Xeteriya DAIŞ'ê ku bi hêza ji Reqayê werdigire re hem ji rojhilat hem jî ji rojava ve gefê li Kobanê û Cizîrê dixwe, vê gavê ji holê rabûye. Taştekîn anî ziman ku bi vê pêngava YPG'ê re wê rê li vegera 12 hezar Kurdên piştî sala 2012'an ji Girê Spî hatibûn derxistin vebe û ragihand ku ev pêngav ji bo avakirian Rojava destketiyeke girîng e. Taştekîn da xuyakirin ku divê ev yek weke rewşeke paqijbûna bi temamî ji DAIŞ'ê neyê xwendin û got, "DAIŞ ji ber ku mîna ahtapotê belav bûye, hînê zextê li Hesekê û başûrê Qamişlo û gelek deverên din dike." Taştekîn anî ziman ku heta Reqa çavkaniya bingehîn a DAIŞ xwe lê xwedî dike be, ev xeterî wê her hebe û diyar kir ku heta deriyê Cerablûsê vekirî be, ku di ser Tirkiyeyê re li cîhanê vekiriye vekiriye, wê Reqa xwe xwedîb ike. Taştekîn destnîşan kir ku heta Reqa bê xwedîkirin jî wê gefa li ser Rojava dewam bike.
DAIŞ WÊ HEWL BIDE KORÎDOREKE NÛ JI XWE RE VEKE
Taştekîn di berdewamiya axaftina xwe de got di pêvajoya pêş de wê guherînên mezin çênebin û şerê di navbera DAIŞ û hêzên din de wê bidome û got: "DAIŞ ya ku Girê Spî winda kir wê ji bo vekirina korîdoreke nû êrîşan berdewam bike. DAIŞ’ê ku li herêma petrolê ya Deyr Zor hêz girt, li aliyekî zextê li Qamişlo û Hesekê dike û bi hêza ku ji Rakkayê digire jî dîsa zextên li ser Qamişlo û Kobanê zêde kir. Ji ber ev xet vekirî hiştiye bi hêza ku ji vir digire vê zextê li Şengalê dike. Yanî ev xet wek stratejîk tên bikaranîn. Bi qasî min fêm kiriye YPG dixwaze van xetan bibire. Eger bibire wê wê demê DAIŞ’ê bişikîne. Lê ev têkoşîna ku bi meha bidome ye."
AKP DI NAVA HEWLDANÊN XETERE DE YE
Taştekîn balkişand ser polîtîkaya AKP’ê ya Rojava û got AKP bi gotina ‘Kobanê li ber ketinê ye’ ji hilbijêrên Kurd deng winda kir û wiha pê de çû: “Her çiqas di nava AKP’ê de bê nîqaşkirinê ku ev şaşiyek cidiye jî, ji bo serokkomar Erdogan ti tişt neguheriye û bi heman zîhniyetê tevdigere. Ji ber zîhniyeta Erdogan neguherî, bertekên wekê li Girê Spî li dijî Tirkmen û Ereban paqijiya etnîkî tê kirin, dide. Ev gotinên manîpulatîf encamên xetere ava dike. Erdoganê ku Kurdan biçûk dixîne, îdia dike ku li dijî Tirkmen û Ereban paqijiya etnîkî tê kirin û şerekî Ereb-Kurd sor dike.
Van bertekên Erdogan di hilbijartinên giştî de rê li ber windakirina dengan vekir. Serkeftina HDP’ê moralê Erdogan xera kiriye. Sedema têkçûna xeyalên wî yên serokatiyê HDP’ê dibîne.”
XEYALA AKP’Ê YA HERÊMA TAMPON TÊK ÇÛ
Ceyda Karan jî got serketina YPG’ê ya li Girê Spî darbeyek mezin li kesên digotin ‘Kobanê li ber ketinê ye’ xistiye û wiha got: “Ev darbe bû. Ji ber ku rêya DAIŞ’ê ya 85 km li başûrê Rakkayê hat birîn. Heta niha dihat gotin ku sînorê Tirkiyeyê girtiye lê gelek alav têde derbas dibûn. Piştî YPG’ê ev rê girt kontrola xwe ev xet hat birîn. Her du kanton bûn yek.”
Karan da zanîn ku bi desteka hewayî ya Rojava re wê ev rewş belav bibe û got: “Ev jî tê wateya têkçûna xeyalên AKP’ê ya avakirina herêma tampon. Dem guherî û herêma bi ewle niha ji aliyê Kurdan ve tê avakirin. Di nokteya heyî de polîtîkayên AKP’ê rastî têkçûnek mezin hatine. Polîtîkayên AKP’ê hemû têk çûne.”
SERKETINA YPG’Ê RÛYÊ AKP’Ê NÎŞAN DA
Celal Başlangiç jî got serketinên YPG’ê bandor li ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên Tirkiyeyê jî kiriye û got: “Ya yekem, neketina Kobanê û parastina wê, nîşan da ku AKP û Erdogan di mijara aştiyê de çiqas zextekare. Ev jî bû sedema Kurdên ku deng dida AKP’ê, berê xwe dane HDP’ê.”