Li Kobanê merasîma leşkerî û pîrozbahiya serketinê
Şervanên YPG/YPJ’ê yên Kantona Cizîrê ku tevlî Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo bûne û şervanên Kantona Kobanê yên ku tevlî Operasyona Şehîd Gelhat bûne, bi hev re Girê Spî rizgar kirin, piştî gihîştin Kobanê merasîmek leşkerî li dar xistin.
ANF
KOBANÊ
çarşem, 17 pûşperê 2015, 17:30
Şervanên YPG/YPJ’ê yên Kantona Cizîrê ku tevlî Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo bûne û şervanên Kantona Kobanê yên ku tevlî Operasyona Şehîd Gelhat bûne, bi hev re Girê Spî rizgar kirin, piştî gihîştin Kobanê merasîmek leşkerî li dar xistin. Li dû merasîmê bi beşdariya gel şahî pêk hat.
Di merasîmê de piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, yek ji fermadarên YPG’ê yên Herêma Kobanê Cemîl Kobanê û yek ji fermandarên YPJ’ê yên Herêma Cizîrê Rehîme Kobanê axivîn.
JI BO JIYANEKE ARAM Û BI RÛMET TÊDIKOŞIN
Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Muslim got ku şervanên kantona Kobanê û Cizîrê tevî fermandarên hêza YPG’ê niha li vir hatin pêşwaziya we û wiha dewam kir: Ew li pêşiya we niha soza xwe ya ji bo welatiyên Kobanê û Cizîrê dubare dikin. Bila hemû welatiyên Kurd, Ereb, Tirkmen û hemû pêkhateyên din îro bi serketinên YPG’ê rehet bin. Ew hêzeke ji bo biratiya gelan, pêkanîna jiyaneke aram û bi rûmet têdikoşin. Em vê serketinê û van desketiyan li hemû cîhan û endamên hêza YPG’ê û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin. Em dibêjin destê her kesî sax be.”
‘EV SERKETIN LI RÊBER APO Û ÇAR PARÇEYÊN KURDISTAN PÎROZ BE’
Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen jî got: “Em bixêrhatina hemû şervanên YPG’ê yên xwe dikin mertal ji bo gelê Kobanê, xwe kirin mertal heya hatin herêmê dikin. Em serbilindiya we li hemû malbatên şehîdan û gelê Rojava pîroz dikin. Hebûna me ya li vir bi saya berxwedana YPG’ê ye. Dîsa hêzên ku alîkariya YPG’ê kirin li vir amade bûn. Em dibêjin ev serketin li her çar parçeyên Kurdistanê û li Serok Apo pîroz be.
‘EM LI SEROK APO PÎROZ DIKIN’
Fermandarê YPG’ê Cemîl Kobanê jî bixêrhatina beşdaran kir û wiha axivî: “Îro li qadan têkoşînên mezin hatin dayîn û bi serketinên giranbûha hatin Kobanê. Bi ruhê Rubar û Gelhatan îro ev serketin hatine bidestxistin. Em van serketinan diyarî dayik û bavên şehîdan dikin. Em dibêjin îro şervanên me soza xwe ji bo serketina gelan pêk tînin. Kurd, Ereb, Asurî bi yek ruh û kedê herêmên xwe rizgar kirin. Dîsa em kesayeta mezin a ev hêz daye me Serok Apo pîroz dikin.
Ev serketinên ku îro be bi dest xistine, hêviyên gelên Kobanê û Cizîrê dixwestin pêk werin bûn. Ev xewn û xeyal e, îro em wekî gel û şervan hemû bûn yek. Bi taybet em gelê ku destek daye me da ku em karibin têkoşîna xwe xurt bikin silav dikim. Ked a we ye û serketin jî ya we ye. Hinek dibêjin YPG dagirkerî kiriye û îdîayan li ser me belav dikin. Lê wekî ku me di destpêkê de soz dabû, em ê ji bo biratiya Kurd, Ereb, Asurî berxwedana xwe bilind bikin. Ev jî peywîreke me ya mirovahî ye.
Îro şervanên me wê bibin şoreşgerên parastina desketiyên gelan. Bi taybet jî gelê me yê li Bakur divê li hemberî îdîayên AKP’ê hişyar bin. Em em soza xwe ya bi şehîdan re pêk tînin. Em ji her kesî re dibêjin ku YPG peywîra xwe pêk tîne. Em bi hêvî ne ku her kes li hemberî derew û antî-propagandayan hişyar bin û ruhê xwe yê tekoşîna ji bo demokrasiyê bilind bikin. Îro em hîn zêdetir bi hêviya destekdayînê ne.
Weke YPG/YPJ’ê em dijminatiya ti hêzan nakin. Em ji elên Turk, Ereb û hwd. re dibêjin me gelek herêm ji DAIŞ’ê rizgar kirin, werin em bi hev re bajarên xwe ava bikin û bi rê ve bibin. Em dîsa di hizura Kobaniyan de dibêjin em ê bibin şopdarên şehîdên xwe û bi azadiya gelê Kurd re di avakirina Sûriyeyek demokratîk aktîf bin.
‘EM HEMÛ ŞEHÎDÊN XWE SILAV DIKIN’
Fermandar YPJ’ê ya Cizîrê Rehîme Kobanê jî got: “Em wekî YPG/YPJ’ê yekbûna her du kantonan li we pîroz dikin. Em bi vê wesîleyê, vê yekbûnê li Rêber Apo pîroz dikin. Em tevahiya şehîdên xwe silav dikin û bibîr tînin. Dayik û bavên şehîdan; we zarokên xwe xelatî vê şoreşê kirin, em we pîroz dikin. Her kesekî ku di vê operasyonê de cihê xwe girt û xizmet kir; em dibêjin destê we tevahiyan sax be, kedeke pir mezin hat dayin. Dîsa em gelê Bakurê Kurdistanê silav dikin.
Yên ku em îro gihandin hev ruhê Gelhatan, Rûbaran û tevahî hevalên me yên şehîd e. Ev ruhê apocîti ye û beriya her tiştî keda Rêber Apo ya zêdeyî 20 salan e. Ev ruh her dem bilind dibe û wê her dem berê xwe bide azadiyê. Wê bigihîje azadiya tevahiya Kurdistanê.
Piştî axaftinan, şahî destpê kir û bi hezaran kesî li ber stranan govend gerand.