Sema Yuce li Agirî hat bîranîn
Sema Yuce (Serhildan) a PKK’yî ya 21’ê Adara 1998’an li Girtîgeha Çanakkale bedena xwe da ber agir û 17’ê Hezîrana 1998’an jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn.

Yuce, destpêkê li ser gora xwe ya li gundê Kargalik ê Tûtax hat bîranîn. Di bîranînê de malbata Yuce, Hevşaredara Agirî Mukaddes Kûbîlay, endam û rêveberên HDP û DBP’ê û welatî amade bûn. Li vir piştî rêzgirtinê dûa hatin xwendin. Piştî serdana goristanê bîranîna duyemîn li Navenda Çandê ya Sema ya Şaredariya Agirî pêk hat. Li navenda ku bîranîn pêk hat, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sema Yuce hatin daliqandin. Dirûşmên, “Şehîd Namirin” hatin gotin.
Piştî rêzgirtinê sînevîzyona têkildarî jiyana Sema Yuce hat temaşekirin. Stranên Yuce digotin hatin guhdarkirin. Dayika Sema Yuce, Zennure Yuce ya li vir axivî got, Sema Yuce qehremana gelê Kurd e û kesên di vê oxirê de têdikoşin silav kir. Paşê Hevşaredara Agirî Mukaddes Kubîlay jî diyar kir ku Yuce di têkoşîna jinan de rolekî girîng lîstiye û qehremanên wek Yuce pêşiya têkoşîna jinan vekiriye.
Bîranîn, bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.