Nasnameya 42 şervanan hat aşkerakirin
Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê bi merasîmekê nasnameya 42 cangoriyên riya azadiyê yên HPG’ê, YPG’ê û YPJ’ê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kirin
Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê bi merasîmekê nasnameya 42 cangoriyên riya azadiyê yên HPG’ê, YPG’ê û YPJ’ê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kirin
Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê li navenda Şehîd Polan a zimanê kurdî ya navenda navçeya Reco ya Efrînê merasîmek li dar xist. Di merasîmê de nasnameyên 39 gerîlayên HPG’ê, 2 şervanên YPG’ê û şervaneke YPJ’ê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn hatin aşkerakirin. Di merasîmê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, malbatên şehîdan û bi hezaran welatiyên herêmê amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û bi merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate destpêkirin. Piştre Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şadiye Îbrahîm, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û li ser navê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cîgirê seroka Meclîsê Ebdilhemîd Mustefa axivîn.
Axaftvanan bal kişandin ser rola şehîdan di parastina rûmeta gelê Kurd û pêkanîna azadiya wî de û gotin bi saya cangoriyên azadiyê jiyaneke bi rûmet hatiye avakirin. Her wiha diyar kirin ku serkeftinên HDP’ê di hilbijatinên parlemana Tirkiyeyê de bandoreke erênî li seranserî Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Di axaftinan de hate gotin ku rola berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet berxwedana dîrokî ya Kobanê li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji hemû cîhanê re hate îspatkirin ku ti carî vîna azad a gelê Kurd nayê şikandin û wiha gotin: “Serkeftina hêzên YPG/YPJ’ê û hêzên hevbeş li herêma Girê Spî gaveke nû li ser riya aştiyê ye û dê bandora xwe li tevahî herêmê bike.”
Axaftvanan her wiha ji bo şopandina rêya cangoriyên azadiyê ku bi saya wan ev serkeftin pêk hatine, hate dubare kirin. Di dawiya merasîmê de belgeyên şehadeta 24 cangoriyên riya azadiyê yên HPG’ê, YPG’ê û YPJ’ê hatin xwendin û li gel dirûşmeyan radestî malbatên wan hatin kirin.
Li gorî Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya gerîlayên HPG’ê wiha ne:
Nasnav: Cemal
Navê rast: Ehmed Ehmed
Navê bav: Hemze
Navê dayîkê: Xedîce Îsmaîl
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Bilbilê – Sarîncekê
Dîroka tevlîbûnê: 1991
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Botan 26’ê çileya 1992’an
Nasnav: Reşo
Navê rast: Celal Qehreman
Navê bav: Mihemed
Navê dayîkê: Fethiyê
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Şera 1968
Dîroka tevlîbûnê: 1991
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Mardîn – Gap – 21’ê sibata 1993’an
Nasnav: Riyad
Navê rast: Hisên Bekir
Navê bav: Ehmed
Navê dayîkê: Fazîle
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Reco – Hec Xelîl 1975
Dîroka tevlîbûnê: 1993
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Mêrdîn – Bagok – 6’ê sibata 1998’an
Nasnav: Sebrî
Navê rast: Hesen Remo
Navê bav: Ehmed
Navê dayîkê: Xezal
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Heleb – Til Hasil 1964
Dîroka tevlîbûnê:1994
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Gerzan – Şefîra 31’ê gulana 1995’an
Nasnav: Zinar
Navê rast: Mustefa Mustefa
Navê bav: Sadiq
Navê dayîkê: Kîfaye
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Bilbilê – Xidriya 1979
Dîroka tevlîbûnê: 1995
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Heftanîn 1997’an
Nasnav: Têkoşer
Navê rast: Nûrî Bilo Murad
Navê bav: Hesen
Navê dayîkê: Zeyneb
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Bilbilê – Xilalka 1971
Dîroka tevlîbûnê: 1994
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Behdînan – Zap – Çiyayê Reş 1’ê Hezêrana 1996’an
Nasnav: Fîras
Navê rast: Ebdilqadir Elo
Navê bav: Ebdilrehman
Navê dayîkê: Fîdan
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Şera – Qitmê 1978
Dîroka tevlîbûnê:1996
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Behdînan – Metîna 21’ê Tebaxa 1997’an
Nasnav: Îmam Tîmaf
Navê rast: Celal Bekir
Navê bav: Heyder
Navê dayîkê: Zeyneb
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Reco – Hec Xelîl 1975
Dîroka tevlîbûnê: 1992
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Zagros 10’ê gulana 1995’an
Nasnav: Akif
Navê rast: Akif Ehmed
Navê bav: Ehmed
Navê dayîkê: Elîf
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn 1974
Dîroka tevlîbûnê: 1992
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Dêrim 1996’an
Nasnav: Dêrsim
Navê rast: Nûrî Weqas
Navê bav: Mustefa
Navê dayîkê: Elîf
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Mabeta – Kaxirê – 17’ê sibata 1971
Dîroka tevlîbûnê: 1991
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Behdînan – Metîna – Berniya – 14’ê mijdara 1995’an
Nasnav: Bijîşk Ednan
Navê rast: Fehmî Mîrîko
Navê bav: Mihemed
Navê dayîkê: Mewlîde
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Reco – moseko – 1963
Dîroka tevlîbûnê: 1989
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Xakûrkê 23’ê sibata 1992’an
Nasnav: Murad Çiya
Navê rast: Riyad Henan
Navê bav: Kemal
Navê dayîkê: Zelûx
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Mabeta – Reca 1971
Dîroka tevlîbûnê: 1992
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Karsa – Perorî 1995
Nasnav: Cemşîd
Navê rast: Heyder Hesen
Navê bav: Sadiq
Navê dayîkê: Henîfe
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Reco – Hec Cemala 1972
Dîroka tevlîbûnê: 1992
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Cûdî – Botan 1993’an
Nasnav: Star Hozan
Navê rast: Izzet Umer
Navê bav: Xelîl
Navê dayîkê: Fatme Ukaş
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Cindirêsê 1967
Dîroka tevlîbûnê: 1992
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Behdînan – Garê 1998’an
Nasnav: Farûq
Navê rast: Ehmed Ebdo
Navê bav: Xelîl
Navê dayîkê: Cemîle
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Bilbilê – Bîbaka – 1973
Dîroka tevlîbûnê: 1991
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Dêrsim – Boxaza Elî 1997’an
Nasnav: Cemşîd
Navê rast: Idrîs Henan
Navê bav: Şahîn
Navê dayîkê: Neîme Izzet
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn 1973
Dîroka tevlîbûnê: 1994
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Eyaleta Zagros 13’ê Tîrmeha 1996’an
Nasnav: Bedirxan
Navê rast: Mihemed Rîhanî
Navê bav: Azad
Navê dayîkê: Xalîde
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Çolaqa
Dîroka tevlîbûnê: 1995
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Botan – Besta 1996’an
Nasnav: Siyabend
Navê rast: Ednan Hiso
Navê bav: Cimo
Navê dayîkê: Hemîde
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Şera – Qestel Cindo 1972
Dîroka tevlîbûnê: 1992
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Qendîl 3’yê mijdara 2000’an
Nasnav: Mahir Necmeddîn
Navê rast: Ebdilrehman Mihemed
Navê bav: Îbrahîm
Navê dayîkê: Sedîqe
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Bilbilê 1970
Dîroka tevlîbûnê: 1994
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Botan Besta 1998’an
Nasnav: Şiyar
Navê rast: Hisên Mihemed Mustefa
Navê bav: Hesen
Navê dayîkê: Cemîle
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn 1975
Dîroka tevlîbûnê: 1993’an
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Botan – Beykofa – 27’ê îlûna 1995’an
Nasnav: Mihemed
Navê rast: Selaheddîn Mihemed
Navê bav: Reşîd
Navê dayîkê: Fîdan
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Bilbilê – 1974’an
Dîroka tevlîbûnê: 1992
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Colemêrg 3’yê cotmeha 2000’an
Nasnav: Bangîn Hecî
Navê rast: Mustefa Mehmûd
Navê bav: Mihemed Resûl
Navê dayîkê: Fatme
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Şêrewa – Kurzêlê 1976
Dîroka tevlîbûnê: 1995
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Wan – Ozlap 1’ê tebaxa 1998’an
Nasnav: Elî Amanos
Navê rast: Ebdo Hiso
Navê bav: Îso
Navê dayîkê: Donê
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Şêxorzê 1977
Dîroka tevlîbûnê: 1995
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Amanos – Çiyayê Skenderon 1996’an
Nasnav: Riyaz
Navê rast: Nîdal Horo
Navê bav: Sebrî
Navê dayîkê: Emîne
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Reco – Bilîlko 1971
Dîroka tevlîbûnê: 1991
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Gabar 27’ê tebaxa 1999’an
Nasnav: Rêzan
Navê rast: Mihemed Kibo
Navê bav: Hecî Beşîr
Navê dayîkê: Wehîde
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Bilbilê – Bîbaka – 1973’an
Dîroka tevlîbûnê: 1993
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Botan 1993’an
Nasnav: Amed Munzur
Navê rast: Ehmed Terbûş
Navê bav: Ebdullah
Navê dayîkê: Raziye
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Heleb – Til Hasil 1968
Dîroka tevlîbûnê: 1992
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Serhed 1994
Nasnav: Bedran
Navê rast: Hesen Reşo
Navê bav: Reşîd
Navê dayîkê: Zekiye
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Şiyê – Erendê 1974
Dîroka tevlîbûnê:1994
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Botan – Gerzan- Tepê Cerehê 1997’an
Nasnav: Nûrî
Navê rast: Welîd Hesen
Navê bav: Xelîl
Navê dayîkê: Zehîde
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – 1972
Dîroka tevlîbûnê: 1992
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Botan – Cûdî 1’ê adara 1994’an
Nasnav: Hemze Akif
Navê rast: Izzet Wêsî
Navê bav: Reşîd
Navê dayîkê: Gulê
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Bilbilê – Sarîncekê 1970
Dîroka tevlîbûnê: 1991
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Botan 14’ê îlûna 1998’an
Nasnav: Baz
Navê rast: Ebdilmecîd Xelîl
Navê bav: Xelîl
Navê dayîkê: Fatme
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Şêrewa – Xirêbkê 1974
Dîroka tevlîbûnê: 1993
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Botan – Colemêrg 2001’an
Nasnav: Baz
Navê rast: Remezan Xelîl
Navê bav: Hisên
Navê dayîkê: Fatme
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Reco – Hec Xelîl 10’ê adara 1974
Dîroka tevlîbûnê: 1992
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Behdînan – Zap – 1995’an
Nasnav: Vejîn Elî
Navê rast: Nesrîn Îbrahîm
Navê bav: Ebdilqadir
Navê dayîkê: Zeyneb
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Bilbilê – Xilalka 1985
Dîroka tevlîbûnê: 2008’an
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Xinêrê – Xakûrkê 2’yê Tîrmeha 2010’an
Nasnav: Demhat
Navê rast: Zehredîn Murad
Navê bav: Osman
Navê dayîkê: Emîn
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Cindirêsê – Keferdelê jêrîn 1980
Dîroka tevlîbûnê: 1997
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Behdînan – Metîna 1’ê tîrmeha 2000’an
Nasnav: Xelîl Efrîn
Navê rast: Şêxo Cemîl
Navê bav: Mihemed
Navê dayîkê: Meryem
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Şera – Qerqîna – 1973
Dîroka tevlîbûnê: 1993
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Serhed 28’ê gulana 1997’an
Nasnav: Gîvara
Navê rast: Serbest Qere Hesen
Navê bav: Şukrî
Navê dayîkê: Sîham
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Reco – Memala – 1978
Dîroka tevlîbûnê: 1994
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Garê 1998’an
Nasnav: Tofan
Navê rast: Seydo Şemo
Navê bav: Mustefa
Navê dayîkê: Zeyneb
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Şera – Behrava 1977’an
Dîroka tevlîbûnê: 1996
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Xakûrkê 1997’an
Nasnav: Rifeht Sîpan
Navê rast: Ehmed Xalid
Navê bav: Mustefa
Navê dayîkê: Elîf
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Mabeta – Qube – 1977
Dîroka tevlîbûnê: 1994
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Eyaleta Botan – Şirnax – 8’ê adara 1997’an
Nasnav: Leyla
Navê rast: Rehîma Ehmed
Navê bav: Qenber Reşîd
Navê dayîkê: Meryem Mustefa
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Bilbilê – Sarîncekê – 1974
Dîroka tevlîbûnê: 1994
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Botan – Gabar – 15’ê hezîrana 1997’an
Nasnav: Doran
Navê rast: Fethî Hac Hisên
Navê bav: Arif
Navê dayîkê: Fatme
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Reco – Hec Xelîl – 1975
Dîroka tevlîbûnê: 1993
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Botan – Ora 22’yê îlona 1995’an
Nasnameyên şervanên YPG’ê û YPJ’ê jî wiha ne:
Nasnav: Çekdar Efrîn
Navê rast: Ebdo Silêman
Navê bav: Mihemed Elî
Navê dayîkê: Elîf
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Mabeta – gundê Hibo
Dîroka tevlîbûnê: 2012
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Kobanê – gundê El-Sehdiyê 14’ê hizêrana 2015’an
Nasnav: Lewend Efrîn
Navê rast: Fîras Mihemed
Navê bav: Reşîd
Navê dayîkê: Zekiyê
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn 1996
Dîroka tevlîbûnê: 2013
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Serêkaniyê – gundê Ebdê 4’ê hizêrana 2015’an
Nasnav: Şêrîn Necbîr
Navê rast: Helîme Ehmed
Navê bav: Îbrahîm
Navê dayîkê: Şemse
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Efrîn – Şêrewa 1992
Dîroka tevlîbûnê: 2012
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: Serêkaniyê – gundê Rawiye 28’ê gulana 2014’an