Li Dihê gerîlayekê jiyana xwe ji dest da
Di kemîna artêşa Tirk a li navçeya Dihê de gerîlayekê jiyana xwe ji dest da.
Di kemîna artêşa Tirk a li navçeya Dihê de gerîlayekê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di kemîna artêşa Tirk a li bejahiya navçeya Dihê ya Sêrtê de ji ber pevçûna rû da gerîlaya bi navê Maxzûme Muhammedzade (Sarya Onur) jiyana xwe ji dest da.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “Ji aliyê Tevgera me ya Giştî ve ku hesasiyetên pêvajoyê li ber çavan tê girtin û tevî ku HPG di vê mijarê de pir bi baldarî nêz dibe jî bi pêvajoya bihara 2015’an re xebatên provokatîf û tehrîkê yên artêşa Tirk didomin.”
Berî niha bi sê rojan, di navbera qereqola Tîrya û Xargûl a girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê artêşa Tirk a operasyon li dar xist, li hember hêzên me yên gerîla yên di nav tevgerê de kemîn daniye, li vir piştî pevçûneke demkurt hêzên me bi baldarî nêz bûne û bi awayekî bi qedeme ji herêmê vekişiyane. Di vê pevçûnê de gerîlayeke me gihiştiye şehadetê.”
‘SARYA AZADÎ DI NAV REFÊN PKK’Ê DE DÎT’
HPG’ê têkildarî gerîlaya jiyana xwe ji dest da ev agahî da:
Hevrêya me Sarya Onur a li Salmas a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, sala 2011’an tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûye. Piştî demeke pratîkê û perwerdeyan derbasî herêma me ya Botanê bûye.
Hevrê Sarya weke bi hezaran ciwanên me yên Rojhilatî bi hesreta gerîla, azadî û edalet di nav refên PKK’ê de dît. Hevrê Sarya; bi kesên jiyaneke bi rûmet bi berxwedaneke qehremanî her roj bi îradeyeke mezin re diafirînin re di nav têkoşînê de cih girt. Di nav hêza jin YJA STAR a li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn tevgera azadiyê ya herî mezin e têkoşîn meşand û tevlî karwanê şehîdan bû.”
Nasnameya gerîlaya YJA STAR a jiyana xwe ji dest da wiha ye:
Maxzûme Muhammedzade ya bi nasnav Sarya Onur li Selmas a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. 14’ê Hezîrana 2015’an li Sêrtê jiyana xwe ji dest da.