BI DÎMEN

Xwediyên erdan bazirganiya koleyan dikin

800 Kobaniyên ji ber komkujiya DAIŞ'ê koçî Pirsûsê kirin û ji wir jî hatin Edeneyê, ji wijdanê axayên erdan ên li Çûkûrovayê re hatine hiştin.

800 Kobaniyên ji komkujiya DAIŞ'ê koçî Pirsûsê kirin û ji wir jî hatin Edeneyê, li navçeya Karataşê di nava drama mirovahiyê de dijîn. Kobaniyên ku ji bo xwe têr bikin dixebitin, heta ku herî kêm 7 kîsan pîvazan danegirin, nikarin ji xwediyê-axayê zeviyan, yewmiyê bigirin.

Piştî êrîşa çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, bi deh hezaran Kobaniyî ji neçarî koç kirin. 800 Kobaniyên ji komkujiya DAIŞ'ê koçî Pirsûsê kirin û ji wir jî hatin Edeneyê, ji wijdanê axayên erdan ên li Çûkûrovayê re hatine hiştin. Kobaniyên li navçeya Karataşê di binê konên ji hev ketî de dijîn, çi extiyar, çi zarok çi jî nexweş hemû mîna koleyan tên xebitandin. Kobaniyên ku li erdê bi hezaran donimî berfireh pîvazan kom dikin, dema rojane kîsekî danegire, nikare yewmiya xwe werbigire. Her wiha axayên van erdan ên ku hêza erzan a xebatê peyda kirin, heta ku tevahiya erdê xwe bi karkerên Kobanê nedin paqijkirin û hemû pîvazan berhev nekin, heqdestê wan nadin.

Ji mexdûrên şer Salih Şêxo yê li navçeya Karataşê di binê konê ji naylon de bi mehan hewl dide bijî anî ziman ku ew mîna koleyan tên dîtin û diyar kir piştî yewmiya bi mehan a zarokên xwe stend, ew ê vegerin Kobanê. Şêxo got, "Em koma ji 800 kesî berî vegerin Kobanê me xwest hinekî bixebitin, lewma em hatin Edeneyê. Ji me re gotin ku em dikarin li vê derê di nava erdan de bixebitin. Mîna paleyan jî li me nanêrin. Axayên erdan ên li vê derê, ku dizanin em mexdûrên şer in, mîna koleyan nêzî me dibin. Em dixwazin vegerin, lê belê xwediyê erd niha erdekî din teslîmî me kiriye û di berdêla têrbûnê de em jê re dixebitin. Eger yewmiya xebata me ya heta niha dabûna, em ê demek ji ya din zûtir vegeriyabûna Kobanê."

7 KÎS BI PÎVAZAN NEYÊ DAGIRT, YEWMIYE NÎNE

Ji Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warên xwe biterikînin Elî Mihemed, hevsera wî û 8 zarokên wî, pîvazan berhev dikin. Mihemed anî ziman ku rojane dema ew 7 kîsan bi pîvazan danegirin yewmiye ji wan re nayê dayîn û got, "Em pîvazan ji nava axê derdixînin, paqij dikin, dûre dixin kîsan. Dema 7 kîs tije dibin, hingî yewmiyê didin. Em malbata ji 10 kesan, rojane 30 kîsan dadigirin. 10 kes bi 4 yewmiyan em dixebitin. Lê em neçar in, wekî din çareyeke me nîne. Ev axayên erdan mîna bazirganên mirovan e. Em dixwazin biçin lê êdî ew dest ji me bernadin. Extiyar, zarok, nexweş her kesî weke koleyan dixebitînin. DAIŞ'ê malên me talan kir, dest danî ser wesayîtên me. Me jî got bila li ber destê me hinek pere hebe, em dûre vegerin. Naxwe em ti carî nediketin xefika axayên erdan."

HINGÎ DIBETILIN NIKARIN XWE BIGIHÎNIN BINÊ KONAN, LI NAVA ZEVIYAN RADIZÊN

Dayika 6 zarokan Xiznê Osman diyar kir ku ji ber zarokên xwe mehkûmî jiyaneke bi vî rengî perîşanî kiriye, ew fedî dike û got, "Xwezî dema Kobanê azad bû, em vegeriyabûn. Me ji ku dizanîbûn em ê mehkûmî jiyaneke bi vî rengî bin. Ez ji xwe fedî dikim ku di binê vê germê de bi zarokên xwe pîvazan didim komkirin û gotinên nexweş dibihîzim. Ji ber ku em niha bêçare ne, em çi bêjin vala ye. Hovên bi navê DAIŞ'ê malên me şewitandin, Tirkiye jî me mîna koleyan bikar tîne. Drama jin li vê derê dijî, mirovan ji jiyanê sar dike. Gelek caran jin hingî welê dibetilin nikarin xwe bigihînin binê kon û tevî zarokên xwe bi tî, birçî li nava zeviyan radizên."

...