Ji FEDA'yê peyama meha Remezanê
Desteya Pîran a FEDA'yê der barê meha Remezanê de daxuyaniyek da û got, "Ji ber rewşa cografîk, gelên Rojhilata Navîn bi salane mehên Remezanê bi êş derbas dikin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Desteya Pîran a Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) de hat ragihandin ku yek ji taybetmendiyên hevpar ên hemû cejnên olî yên civakan ew e, ku aştî, biratî û dostaniyê dixe navbera mirovan.
FEDA'yê diyar kir ku meha Remezanê (Şevval) a ji sala 2. a Hîcretê (622) û vir ve dewam dike, di nava alema Misilman de mizgîniya aştî, biratî û dostaniyê dide mirovan û got, "Lê mixabin, bi taybetî axa alema Misilman lê dijîn îro veguheriye gola xwînê. Ji ber rewşa cografîk, gelên Rojhilata Navîn bi salane mehên Remezanê bi êş û rondikên derbas dikin. Vaye gelên Sûriyeyê, wê meha Remezanê ya îsal jî bi têkoşînek ji bo mayîna li jiyanê, pêşwazî bike. Gelê Fîlîstînê jî bi heman pirsgirêkê re rû bi rû ye. Gelê me yê Kurd, ji xwe bi sedan salane welatê me hatiye parçekirin çavkaniyên ser-binê erdê hatine talankirin û hemû mafên însanî tine hatine hesibandin. Ev zilma li gelê me tê kirin, cihê xemgîniyê ye ku ji aliyê birayên (cîranên) me yên Misilman ve hatiye kirin, Tevî vê jî, em hêvîdar in ku cejna Remezanê ya ku Misilman pîroz dibînin, bibe wesîleya xêran, ava Brahîmê Heranî li wijdanên şewitî bike û mizgîniya aştî, biratî û dostaniyê bîne herêma me û cîhanê."