KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: Rûdaw TV li dijî tevgera me weşanê dike
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar ki ku Rûdaw TV weşana dijberiya Kurdan dike û got, "Mîna weşanên dewleta Tirk di salên 1990'î de li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd dikir, Rûdaw TV îro heman weşanan dike." -
'Rewşa Iraqê ji bo Kurdan pirsgirêkeke mezin a ewlekariya neteweyî ye'
Hevserokê berê yê PÇDK'ê û endamê Konseya Serokatiya KCK'ê Diyar Xerîb, rewşa dawî ya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê nirxand û destnîşan kir ku rewşa li Iraqê ji bo Kurdan pirsgirêkeke mezin a ewlekariya neteweyî afirandiye. -
Bi bedenên xwe yên biçûk re barên giran hildigirin...
Ew zarokên welatekî ku dema dişemitin jî girî ji xwe re rewa nabînin. Ew ne ew zarokin ku dema li çonga xwe ya xwînbûyî dinêrin, hînî girî dibin... -
Turkdogan: Divê dawî li tecrîdê bê anîn, Ocalan bi rêxistina xwe re hevdîtinê bike
Serok Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, ku mafên Ocalan tên binpêkirin. -
Ji ber cenazeyê gerîlaya HPG’ê nadin malbatê girseyê çalakî pêk anî
Ji ber cenazeyê gerîlaya HPG’ê Mexzûme Mûhammedzade (Sarya Onûr) a li bejahiya navçeya Dihê ya Sêrtê di encama kemîna artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da bi sedan kesên li ber nexweşxaneyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. -
Ji bo Aksakal ê MLKP’yî li tabûra Şehîd Serkan merasîm
Şervanên MLKP’ê yên Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş) bibîr anîn û gotin: “Ew jî weke hemû şervanan bûye barhilgirê êgir. Wan wezîfe û mîsyona mezinkirina şoreşa Rojava hilgirtine.” -
Li Efrînê amadekariya hilbijartinan
Desteya Rêveberiya Herêmî, Şaredarî û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bi armanca amadekariyên hilbijartinên şaredariyan, civînek ji endamên şaredariya navçeya Mabata re li dar xistin. -
Karmendan êrîşî karkeran kirin: 3 karker birîndar bûn
Karkerên di bendava Ilısû ya sala 2007’an hat destpêkirin û tevî hemû bertekan jî çêkirina wê didome, rastî êrîşa çekdarî parêzvanên midûrê projeyê hatin. D êrîşê de 3 karker birîndar bûn. -
Yuksekdag: Em ê deriyê azadiya Ocalan bi hev re vekin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag navçeya Mehmûdî ya HDP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ji sedî 94.26 deng stend ziyaret kir û gel spas kir. -
YPG: 5 gund hatin azadkirin, 6 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerê 24 saetên dawî de hêzên wan 5 gundên din ji çeteyan rizgarkirin. YPG’ê got ku di pevçûnan de 6 çete hatin kuştin. -
Tevgera hewayî û operasyon didomin
Tevgera hewayî û operasyonên artêşa Tirk ên li herêmên gerîlayan her diçin zêde dibin. -
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûr hevalên xwe yên girtî ji bîr nekirin
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê bernameya xwe ya mezûniyetê didomînin. -
Cenazeyê gerîlaya HPG’ê nadin heyetê
Cenazeyê Gerîlaya HPG'ê Mexzume Muhammedzade ya di operasyona leşkeran a li çoltara navçeya Dihê de jiyana xwe ji dest da nedan heyeta ku di nav de wekîl jî hene. -
Xebatên standê yên Meclîsa Ekolojiya Dêrsimê bi dawî bû
Xebatên standê yên piştevaniyê ya ji aliyê Meclîsa Ekolojiya Dêrsimê ve hatibû vekirin, bi dawî bû -
Ji dewletê hesabê cinayetên "kiryar nediyar" hatin pirsîn
Xizmên Windayan û ÎHD'ê li Amed, Colemêrg û Şirnexê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û aqubeta windayan pirsîn. -
Yuksekdag gelê Qerqelî spas kir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag, navçeya Qerqelî ziyaret kir û ji ber piştgiriya di hilbijartinê de gel spas kir. -
Cenazeyên sê şervanan hatin definkirin
Cenazeyên 3 şervanên YPG-YPJ’ê yên di berxwedana rojavayê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê sedan kesî ve hatin definkirin. -
Li Dêrsimê çêlika hirçê ji ber mar pê veda mir
Li Dêrsimê li devera Sûvat çêlîka hirçê ku tê texmînkirin 2 salî ye ji ber mar pê veda mir. -
Parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê beşdarî taştêya spasdariyê bûn
Parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn bi komîsyonên xebatên hilbijartinê re di taştêya spasiyê de hatin cem hev. -
Çîroka dara tûyê ya li Hesekê
Dayik Nafo di axaftina xwe de behsa dara tûyê ya li gundê Girra ya ti carî tû nedane kir. -
Li Girê Spî jiyan asayî dibe
Li Girê Spî ya di encama operasyona ku YPG û Burkan El Firat bi hevparî meşan de hat rizgarkirin, jiyan asayî dibe. -
'Serketina Girê Spî silavkirina hilbijartinan bû'
Endama Konseya Reveber a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Şafak Aryen diyar kir ku serketina Til Ebyed silavkirina hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bû û got: “Ji bo jiyaneke hevbeş û daxwaziya azadiya hevbeş wek serketineke mezin bû.” -
Şervanê YPG’ê Dûrgin ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Şervanê YPG’ê Abdulkadîr Dûrgin, li navçeya Pîran a Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Şervana YJA-Star Tekdal li Licê spartin axê
Cenazeyê Gerîlaya YJA-Starê Yagmur Tekdal (Sarya Amara) a li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da li navçeya Licê ya Amedê hate definkirin. -
Ji Kantona Cizîrê Tangek û 2 Hemir gihîştin Kobanê
Tangek û 2 erebeyên leşkerî yên hemir ji herêma Cizîrê di ser Girê Spî re ji Kobanê hatin şandin.