Cenazeyê gerîlaya HPG’ê nadin heyetê

Cenazeyê Gerîlaya HPG'ê Mexzume Muhammedzade ya di operasyona leşkeran a li çoltara navçeya Dihê de jiyana xwe ji dest da nedan heyeta ku di nav de wekîl jî hene.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Mexzume Muhammedzade ya di operasyona leşkeran a li çoltara navçeya Dihê de jiyana xwe ji dest da nedan heyeta ku di nav de wekîl jî hene.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Maxzume Muhammedzade (Sarya Onur) a di kemîna leşkeran a di 14'ê Hezîranê de li navçeya Dihê ya Sêrtê de jiyana xwe ji dest da li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê tê girtin. Parlamenterên HDP'ê yên Sêrtê Hatîce Sevîptekîn û Kadrî Yildirim, MEYA-DER, ÎHD û DBP ji bo cenaze werbigirin bi Walî re hevdîtin kirin lê ti encamên erênî bi dest nexistin. Serdozgerê Komarê yê Sêrtê daxwaza heyetê jî red kir. Dozgeriyê got divê ji bo cenaze bigirin kesek jî malbatê bê û piştî 15 rojan cenaze ji bo definkirinê wê teslîmî şaredariyê bê kirin.

'GERÎLAYA HPG'Ê BI SAXÎ HAT GIRTIN Û HATE ÎNFAZKIRIN'

Rêvebera MEYA-DER'ê ya Sêrtê Hediye Ozer diyar kir ku di operasyona walî fermana wê da 4 HPG'iyên din ji kemînê xilas bûn. Ozer Muhammedzade bi saxî hat girtin û hate qetilkirin û wiha got: "2 rojan ev gerîla di bin rojê de hiştin. Agahiya walî û leşkeran ji vê yekê hebû. Ji wê rojê heya niha 8 roj derbas bûn lê cenaze hê nedan me. Roja yekemîn cenaze ji me girtin û birin Morga Nexweşxaneya Sêrtê."