Ji dewletê hesabê cinayetên "kiryar nediyar" hatin pirsîn

Xizmên Windayan û ÎHD'ê li Amed, Colemêrg û Şirnexê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û aqubeta windayan pirsîn.

Xizmên Windayan û ÎHD'ê li Amed, Colemêrg û Şirnexê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û aqubeta windayan pirsîn. Di çalakiya Geverê de hat xwestin ku kiryarên Hediye (12) û Diyar Aslan (9) ên ku bi guleya roketê yên leşkeran jiyana xwe ji dest dan bên darizandin. Bavê zarokan Hakki Aslan got, "Dema ez li qatilên zarokên xwe digerim, dadgehê ez weke kiryarê zarokên xwe darizandim. Piştî ez beret bûm ji bo qatil bên darizandin min serlêdana sûc kir. Lê heya niha tu darizandin çênebûne."

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 332'an li Parka Koşuyolu li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de aqubeta 4 welatiyên li gundê Kazandere yê navçeya Çelê ya Colemêrgê yên di sala 1994'an de ji aliyê leşkeran ve hatin girtin û pişt re hatin înfazkirin pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku divê kiryar bên darizandin lê heya niha tu gavên ji bo vê yêkê nehatine avêtin.

Endama Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Nîgar Kocaman çîroka Enter Ozdemîr, Bapîr Çitak, Bedel Ozkan û Hasan Ateş ên li gundê Kazandere yê navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve piştî îşkecenceyê hatin înfazkirin vegotin. Kocaman gotinên kurdê Enter Ozdemîr Yusuf Ozdemîr ên têkildarî bûyerê de wiha ragihandin: "Li Pira Çeto ya gund di navbera şervanên PKK û leşkeran de pevçûn diqewimî. Piştî pevçûnê seat di 01.00'an de leşker û cerdevanan bi ser gund de girt. Leşkeran bavê jin Enter Ozdemîr û ji gund Bapîr Çitak bi hinceta rê nîşanî wan bidin bi xwe re birin. Bavê min û Bapîr Çitak piştî birin aliyê din ê gund bi panzerê ve girêdan û nêzî 2 kîlometre di erdê re rakêşandin û pişt re gulebaran kirin û înfaz kirin. Cenazeyên wên avêtin ber çem. Serê sibê careke din bi ser gund de girtin. Welatiyên gund darp kirin û zext pêk anîn. Gotin, 'Demîldest gund vala bikin yên ji gund neçin em dê bikujîn' Piştî hemû gund hate valakirin rojek şunda welatiyên çun gund alavên xwe bigirin cenazeyê bavê min û Bapîr dîtin û agahî dan me. Em li Geverê bûn. Em ji bo cenazeyan bigirin çûn lê leşkeran zext li ser me kir û destûr nedan em cenazeyên xwe defin bikin. Di vê operasyonê de bi ser gundê Kurudere de jî girtibûn û Keyayê gund Bedel Ozkan û Hasan Ateş ji aliyê leşkeran ve hatin girtin û di 10'ê gulanê de li nêzî gund cenazeyên wan hatin dîtin."

Piştî axaftinan çalakiya rûnşitinê pêk hat.

GEVER

Nûnertiya ÎHD'ê ya Geverê û xizmên windayan bi heman armancê li Kolana Hunerê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Parlementerên HDP'ê, rêveberên DBP, HDP'ê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Xizmên windayan di çalakiyê hefteyî de aqubeta Hediye (12) û Diyar Aslan (9) ên ku di 17'ê tîrmeha 2002'an de li taxa Îpekê ya Geverê bi guleya roketê ya ji Tabura Efeler hatî avêtin hatin qetilkirin hate pirsîn. Piştî rêzgirtinê bavê zarokan Hakki Aslan axivî û roja bûyerê wiha vegot: "Roja bûyerê serê sibê ez çûm înşatê. Seat di derdora 14.00'an de cîran û hevalê min Cengîz li min geriya. Ji min re got, 'Tu li kuderê yî. Ez dê tiştek ji te bipirsim lê netirsê.' Min jî got temem, 'ez baş nizanim lê li nêzî mala te dengê teqînekê hat' Min wesayîta di rê de diçû rawestan û ez gihiştim malê. Min dît ku polîs û leşkeran mal dorpêçkiriye. Ewil destûr nedan ez bikevim baxçeyê malê. Piştî 5 deqe şunda ez ketim baxçeyê malê. Dîmenên min dîtin ez qehirandim. Ji ber ku cenazeyê kurê min Diyar ê yê hatî perçekirin li ber çavê min bû. Min cenazeyê kurê xwe hembêz kir. Min kir qêrîn û got kê kurê min kuştiye. Cîranên min gotin ji Tabura Efeler guleya roketê li baxçe ketiye. Dema ez çûm nexweşxaneyê keça min Hediye jî miribû. Kurê min Şiyar jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê hatibû kirin."

WEKE KIRYARÊ ZAROKÊN XWE YÊN HATIN QETILKIRIN HAT DARIZANDIN!

Aslan anî ziman ku kurê wî Şiyar bi hinceta "ewlehiyê" ji Wanê sewqî Amedê hatibû kirin û wiha axivî: "Ez bi kurxalê xwe Naîf re çûm Amedê. Agahiya rewşa wî baş e dê emeliyeta bikin dan û pişt re ji aliyê polîsên sivîl ve ez hatim binçavkirin. Polîsan 3 seatan ez di binçavan de girtim. Pişt re li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê derbarê min de doz hate vekirin. Dema ez li qatilên zarokên xwe digerim weke kiryarê zarokên xwe ez hatim darizandin. Piştî ez beretbûm ji bo kiryar bên darizandin û qetil bên dîtin min serlêdana sûc kir. Lê heya niha tu bersûc nehatine darizandin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

CIZÎRÊ

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteyî de aqûbeta Azîz Gaysak, Suleyman Gaysak, Omer Candoruk û Yahya Akman pirsîn. Nûnerê ÎHD'ê yê Cizîrê Abdulkerîm Pusat bertek nîşanî çapemeniya tirk a ku Suleyman Demirel weke qehremanekî nîşan dide da û diyar kir ku wextê xizmên wan di hatin windakirin û qetilkirin Suleyman Demirel serokomar bû.

Dayikên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya hefteya 339'an li Kolanan Hunerê li dar xistin. Dayikan pankarta "Albûma şehidan" li qadê vekirin û wêneyen kesên hatin windakirin û qetilkirin hilgirtin. MEYA-DER, ÎHD, KURDİ-DER, Komelaya Alimên Botanê û gelek hemwelatî tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê dayikan rêvebirê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Veysî Durgut çiroka windakirina Azîz Gaysak, Suleyman Gaysak, Omer Candoruk û Yahya Akman yên di sala 1994'an de ji aliyê JİTEM'ê ve hatine windakirin vegot.

Durgut diyar kir ku di 6'ê Adara 1994'an de Azîz Gaysak, Suleyman Gaysak, Omer Candoruk û Yahya Akman ji aliyê endamên JİTEM'ê Adem Yakin, Firat Altın, Hidir Altug û Cemal Temizoz ve li ser rêya Silopiyê hatin binçav kirin. Durgut da zanîn ku piştî her çar heval hatine binçavkirin maşineya endamên JİTEM'ê berê xwe daye gundê Bêhmûrê û wiha axivi: "Di rêda Omer Candoruk xwe ji maşineyê avêt lê endamên JİTEM'ê maşine rawestandin û piştî Candoruk bi çekê birindar kirin cardin li maşineyê siwar kirin. Ev rewş ji aliyê hin gundiyan ve hate dîtin û malbata Candoruk hate agahdarkirin. Malbat piştî 2 rojan diçê cihê bûyerê ji şopên tekelên maşineyê xwe digijîne cenazeyên her 4 hevalan"

Durgut destnîşan kir ku wextê her 4 heval tên binçavkirin û di bin gundê Bêhmûrê Candorok tê birindarkirin welatiyên bûne şahidê bûyerê hene û wiha got: "Li dijî hemû hewldanên malbatê ji endamên JİTEM'ê ne hatin cezakirin. Her çiqas kesên kûjer dîyar bin jî dewlet van kesan diparêze"

Nûnerê ÎHD Abdulkerîm Pusat jî bal kişand ser mirina 9'emîn Serokkomarê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel û wiha axivi, "Wextê ev kesên ku hûn wêneyên wan di binin dihatin windakirin û qetilkirin Demîrel serokomar bû. Demîrel berpirsyarê qetilkirina xizmên me ye. Her çiqas çapemeniya Tirkiyeyê wî weke qehremankê dîyar bike jî em wî ji îşkence, gund şewitandin û qetliaman nas dikin"

Piştî axiftinan dayikan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.