Ji Kantona Cizîrê Tangek û 2 Hemir gihîştin Kobanê

Tangek û 2 erebeyên leşkerî yên hemir ji herêma Cizîrê di ser Girê Spî re ji Kobanê hatin şandin.

Tangek û 2 erebeyên leşkerî yên hemir ji herêma Cizîrê  di ser Girê Spî re ji Kobanê hatin şandin.

Piştî şervanên YPG’ê rêya di navberî Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê de ji çeteyan paqij kirin, ambargoya civakî, siyasî û leşkerî ku aliyê çeteyên DIAŞ’ê û dewleta Tirkiyeyê ve hatibû meşandin, hate şikandin. Duh gelek alîkariyên mirovî ji herêma Cizîrê gihişt Kobanê, îro jî tangek û 2 erebeyên leşkerî yên hemir ji Kantona Cizîrê gihiştin Kobanê da ku di çeperên parastina pêkhateyên Herêmê de bêne bi kar anîn.

Tang û her du erebeyên hemir wekî sembola serketinê ji aliyê şervanên YPG’ê di nava kolanên bajar de hat gerandin. Welatiyên bajar jî bi kêfxweşiyeke mezin pêşwaziya şervanên azadiyê kirin.