KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Azadkirina Girê Spî li Dûîsbûrgê hat pîrozkirin
Azadkirina Girê Spî bi destê hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. -
Erzîncan: Sîstema Îmraliyê ti carî nayê qebûlkirin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bandora astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re li pêvajoyê û planên kirêt ên dewleta Tirk ên li dijî hêzên azadiyê nirxand. -
Li Dêrsimê 5 kes hatin girtin
Li Dersimê ji 7 kesên di serdegirtinan de hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin. -
Ereb û Tirkmen vedigerin Girê Spî
Piştî ku hêzên YPG/YPJ û Burkan El Firat Girê Spî azad kirin, Tirkmen û Ereb vedigerin bajêr. -
Li Parîsê çalakiya, ‘edalet û ronahiyê’
Weke her Çarşemê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê Kurdistaniyan û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst gotin, “edalet û ronahî”. -
Li Stewrê şewat: 300 donim daristan bû xwelî
Li Stewrê di herêmeke daristanî ya bi qasî 300 donim de ji ber sedemên nehatin diyarkirin şewat derket. Di şewatê hejmareke zêde darên berûyan şewitîn û bûn xwelî. -
Di êrîşa Hesekê de 2 fermandarên Baasî hatin kuştin
Di êrîşa ku duh li navenda Leşkerî ya Rejîma Sûriyeyê ya Hesekê pêk hat 2 fermandarên rejîmê yên bi navê Neziye Durxam û Xesan Helawa hatine kuştin. -
'Divê girtî Şeker ê ji 96 astengdar e bê berdan'
Ji bo girtî Celal Şeker ê ji sedî 96 astengdar e, lê tevî vê jî nayê berdan, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Rayedarên ÎHD'ê nerazîbûn nîşanî hikûmeta AKP'ê dan ku ji bo girtiyên nexweş gavê neavêje. -
Tevgera hewayî û operasyon
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku operasyon û tevgerên hewayî yên artêşa Tirk didomin. -
YPG: Li bakurê Eyn Îsa 5 gund hatin rizgarkirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de li bakurê bajarokê Eyn Îsa 5 gund û embarên genim ji çeteyan hatine paqijkirin. -
Ji artêşa Îranê bombebaran û kemîn
HPG'ê diyar kir ku artêşa Îranê bi obus û hawanan êrîşî qadên gerîla kiriye û kemînan datîne. -
Kurkçu rewşa 'Osman Karadenîz' ji AKP'ê pirsî
Parlamenterê HDP'ê Kurkçu rewşa Karadenîz ê li leşkeriya ji neçarî bû û ji 12'ê Hezîranê û vir ve hay jê nîne, xist rojeva Meclîsê. Kurkçu mijar ji Wezîr Yilmaz pirsî. -
Kujerên Kaçeroglû dîsa nehatin girtin!
2. rûniştina doza li ser qetilkirina Ekrem Kaçeroglû yê di çalakiyên ji bo Kobanê de ji aliyê faşîstên bi desteka polîsan ve hat kuştin, pêk hat. Di dozê de ti bersûc nehatin girtin û parêzeran diyar kirin ku hewl tê dayîn delîl ji holê bên rakirin. -
Otonomiyên Kurdên Kirimê bi fermî hatin qebûlkirin
Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdan a Sîmferopol û Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdan a Cankoyê bi awayekî fermî hatin qebûlkirin. Rêveberiyên Otonomiyan diyar kirin ku ew dixwazin Kurd hîn bêhtir bên naskirin. -
Rêveberiyên Cizîr û Kobanê li Girê Spî civiyan
Meclîsên Rêveber ên Kantonên Cizîr û Kobanê li bajarê Girê Spî daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê. -
Di êrîşên li Hesekê de 10 leşker mirin
Li Hesekê, di êrîşên bombeyî yên duh êvarê li sê nuqteyên cuda hatin kirin de 10 leşker mirin, jin û zarok jî di nav de 20 kes birîndar bûn. -
'Li Meclîsê em ê ji bo girtiyên nexweş hevdîtinan bikin’
TUHAD-FED a Enqereyê, ji bo dawî li binpêkirina mafên girtiyên nexweş û siyasî bê anîn, wê bi partiyên siyasî yên li Meclîsê re hevdîtinan bike. -
TKP/ML-TÎKKO serketina Girê Spî pîroz kir
Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîn a TKP/ML-TÎKKO, der barê azadkirina Girê Spî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
HPG: Ajanê bi navê Sofî Baro hat kuşin
Fermandariya HPG'ê ya Eyaleta Serhedê da xuyakirin ku ajanê bi navê Sofî Baro hatiye kuştin. -
Civyan: Bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan da xuyakirin ku bûyer û pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê di nava Êzidiyan de rê li ber coş û hêviyek mezin vekirine û banga "bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin' li hemû rêxistinên Kurdan kir. -
Li Wanê erd hejiya
Li Wanê duh nîvê şevê 2 caran erd hejiya. -
Ava Kaniyan wê êdî biherike navenda bajêr
Ava kaniyên navçeya Dêrsim Pulurê, ji bo vexwarinê wê ber bi navenda bajêr ve were herikandin. -
Gerîlayê Elman Kendal: Yek ji rengên li nava refên PKK'ê me
Gerîla Cîhan Kendal ê bi eslê xwe Elman e anî ziman ku PKK tevgereke neteweyî ye û got, "Li nava refên PKK'ê gelek reng hene. Ez jî yek ji wan rengan im." -
'HDP wê bi gavên mezintir vê meşa xwe xurttir bike'
Alî Haydar Kaytan: Di van hilbijartinan de armanca sereke ya HDP'ê, pêşîgirtina li armancên avakirina hegemonya AKP'ê bû. HDP'ê derbek giran li van armancan xist û ji bo careke din neyê bilêvkirin, ya dikeve ser milê xwe bicih anî. -
Seroka Meclîsa Îtalya heyeta Rojava bi protokola fermî pêşwazî kir
Heyeta Rojava ya di asta hikûmeta Îtalya de hevdîtinan pêk tîne îro bi Seroka Meclîsê Laura Boldrînî re hevdîtineke fermî pêk anî.