Li Stewrê şewat: 300 donim daristan bû xwelî
Li Stewrê di herêmeke daristanî ya bi qasî 300 donim de ji ber sedemên nehatin diyarkirin şewat derket. Di şewatê hejmareke zêde darên berûyan şewitîn û bûn xwelî.

Li Taxa Baqustan a navçeya Stewrê ya Mêrdînê di herêmeke daristanî de ji ber sedemên hê nehatine diyarkirin şewat derket. Ekîbên îtfaiye yên şaredariya Stewrê û gel mudaxaleyî şewatê kirin. Di encama mudaxaleyê de şewat hatibe vemirandin jî lê di şewatê de herêmeke bi qasî 300 donim û gelek darên berû yên di wê herêmê de şewitîn û bûn xwelî.
Ekîbên Midûriyeta Daristanê yên Mêrdînê jî piştî vemirandina şewatê gihiştin cihê şewatê.
Jendermeyan jî ji bo lêkolînkirina sedemê derketina şewatê jî lêpirsîn dan destpêkirin.