Kujerên Kaçeroglû dîsa nehatin girtin!

2. rûniştina doza li ser qetilkirina Ekrem Kaçeroglû yê di çalakiyên ji bo Kobanê de ji aliyê faşîstên bi desteka polîsan ve hat kuştin, pêk hat. Di dozê de ti bersûc nehatin girtin û parêzeran diyar kirin ku hewl tê dayîn delîl ji holê bên rakirin.

Duyemîn rûniştina doza li ser qetilkirina Ekrem Kaçeroglû yê di çalakiyên ji bo Kobanê de ji aliyê faşîstên bi desteka polîsan ve hat kuştin, pêk hat. Di dozê de ti ji bersûcan nehatin girtin. Parêzeran diyar kirin ku hewl tê dayîn delîl ji holê bên rakirin.

Rûniştina doza li ser qetilkirina Ekrem Kaçeroglû yê di çalakiyên 6-7’ê Cotmehê yên ji bo Kobanê de li Bornovaya Îzmîrê ji aliyê faşîstan ve hat qetilkirin, li 8. Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê hat dîtin. Malbata Koçeroglû, parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu û girseya gel beşdarî rûniştinê bûn.

BAV KOÇEROGLÛ: EM Ê DEST JI WE BERNEDIN

Beriya rûniştinê dozê li ber avahiya edliyeyê daxuyaniyek hat dayîn. Bav Bedreddîn Kaçergolû di axaftina xwe ya li vir de got: "Ji bo mirov nemirin, Ekrem mir. Polîs gazî min dikin dibêjin te bi keviran li me da ye. Ez ê dest ji vê dozê bernedim. Di roja bavan de keçên kurê min diyarî danîn ser gora bavê xwe. Hûnê hesab bidin vî gelî."

'DIVÊ RAPOR DÎSA BÊ AMADEKIRIN'

Di rûniştinê de parêzer Mûstafa Rolas mafê axaftinê girt û bal kişand ser rapora Tipa Edlî û got: "Fîşekek 36 kalîbre tenê nakeve tivingekê. Dikare bikeve her cureyê tivingê. Bi tivinga 16’yî dikare bê avêtin. Tenê hatiye gotin ku ji bo tivingek 36 tê bikaranîn. Di esasa rapora emsal de tevgeriyane. Divê rapor nû ve bê amadekirin."

Parêzer Nergîs Tûba Aslan jî got: "Me daxwaz kir ku bi marîfetê kesê dizane lêkolîn bê kirin. Lê li gorî krîterên zanistî lêkolîn nehatine kirin. Em dixwazin alavên sûc ên emanetên edlî bên lêkolînkirin. Divê alav ji aliyê kesên pispor ve dîsa bên lêkolînkirin."

'DIVÊ GUMANBAR BÊN GIRTIN'

Parêzer Nezahat Paşa jî diyar kir ku lêpirsîn kêm hatiye meşandin û tenê der heqê 4 kesan de doz hatiye vekirin û got: "Di dîmenan de gelek kes hene. Kesên beşdarî lînçê bûne divê bikevin vê dosyayê. Gumanbarên bêyî bên darizandin reviyane divê bên girtin."

Parêzer Eylem Yildiz jî ev got: "Ev 3 meh in qeydên kamerayê nehatine. Cil û bergên kuştî tinene. Aqûbet ne diyar e. Em wisa difikirin ku delîl hatine ji holê hatine rakirin." 

Di rûniştina dozê de, daxwaza anîna gumanbaran a dadgehê û girtina wan hat redkirin û rûniştin taloqî 27’ê Cotmehê hat kirin.

Parlamenterê Îzmîrê Kurkçu jî da xuyakirin ku Dadgeha Cezaya Giran bi biryareke şerm bûye hevkarê komkujiyê û got wê mijarê bibe ber destê Wezareta Dadê.

...