Ji artêşa Îranê bombebaran û kemîn

HPG'ê diyar kir ku artêşa Îranê bi obus û hawanan êrîşî qadên gerîla kiriye û kemînan datîne.

HPG'ê diyar kir ku artêşa Îranê bi obus û hawanan êrîşî qadên gerîla kiriye û kemînan datîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di 23'ê Hezîranê saet di 16:30 de qereqola Tisê ya artêşa Îranê ya li qada Şehîdan a li herêma Xakurkê, bi obus û hawanan qada Dola Berxê û derdora wê bombebaran kiriye.

Navendê diyar kir ku ji 20'ê Hezîranê û vir ve artêşa Îranê li gundên Banê, Kortêgevet û Kelekanî yên Ûrmiyeyê, kemînan datîne.