Tevgera hewayî û operasyon
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku operasyon û tevgerên hewayî yên artêşa Tirk didomin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku operasyon û tevgerên hewayî yên artêşa Tirk didomin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku operasyon û tevgerên hewayî yên artêşa Tirk didomin.
HPG’ê têkildarî tevgera hewayî agahî da û got: “23’ê Hezîranê saet di navbera 11.00-16.00’an de li ser herêma Oremar a girêdayî Gevera Colemêrgê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker keşf pêk anîne. Ev tevgerên pêk hatine li herêmên gerîlayan jî her çûne zêde bûne. Li gorî vê;
Di hefteya dawî de li ser qadên Şehîd Rahîme û Şukê yên xeta sînor a herêma Avaşîn, 23’ê Hezîranê saet di navbera 05:00 - 09:00, 11:00 - 17:00 û 21:00 û 24 Hezîranê (îro) saet di navbera 12:00’an de herêma Zapê û xeta sînor, di 23’ê Hezîranê de saet di navbera 19:30 - 00:00’an de li ser herêma Sason a Êlihê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk xebatên keşfê kirine.
23’ê Hezîranê saet di navbera 14:00 - 15:00’an de li ser herêma Zagrosê, saet di navbera 16:00 - 17:30’an de li ser herêma Zapê, Çarçella û Avaşin tevgera balafirên şer hatiye jiyîn.
Têkildarî operasyona li Farqînê jî wiha hat gotin:
“23’ê Hezîranê saet 05.00’an li ser rêya bendavê ya li ser rêya Farqîn a Amedê artêşa TC ya dagirker operasyoneke ku gelek wesayîtên zirxî û cerdevan jî beşdar bibûn pêk anîn. Artêşa Tirk di operasyonê de li ser rêyan nuqteyên lêgerînê ava kirine û nasname kontrol kirine, li herêmê bi awayekî veşarî mewziyan digirin. Operasyona ku li vê herêmê hatiye destpêkirin didome.”