Ji bo girtî Celal Şeker ê ji sedî 96 astengdar e, lê tevî vê jî nayê berdan, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Rayedarên ÎHD'ê nerazîbûn nîşanî hikûmeta AKP'ê dan ku ji bo girtiyên nexweş gavê neavêje.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Celal Şeker ê ku ji sedî 96 rapora wî ya astengdariyê heye û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, civînek çapemeniyê lidar xist. Civîn li avahiya ÎHD'ê ya Amedê pêk hat. Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, Endamê Komîsyona Girtigehê Parêzer Mûhterem Suren û birayê Celal Şeker Kerem Şeker tevlî civînê bûn.
'HIKÛMET Û MEKANÎZMAYA TIBÊ TOLÊ JI GIRTÎ Û MALBATÊN GIRTIYÊN SIYASÎ HILTÎNE'
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku Tirkiye di cîhanê de ji aliyê binpêkirina mafên mirovan ên di girtîgehan ve yek ji welatên di rêzên destpêkê de ye. Bîlîcî anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi awayek polîtîk zext li ser girtiyên siyasî tê meşandin û got: "Hikûmet bi mekanîzmeya tibê bi awayek nîjadperestî tolê ji girtî û malbatên girtiyên siyasî hiltîne." Bîlîcî bang li hikûmetê kir ku demildest dest ji sûcê li dijî mirovahiyê berde.
'JI BO ŞEKER EM Ê SERÎ LI DADGEHÊN BILIND BIDIN'
Prz. Mûhterem Suren jî diyar kir ku di girtîgehên Tirkiyeyê de 282 jê bi giran 721 girtiyên nexweş hene. Suren bal kişand ser rewşa Şeker û da zanîn ku Şeker dema ku tedawiya diyalîzê didît hat girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Suren anî ziman ku piştî wan ji bo rewşa Şeker serî li girtîgehê da ji bo tedawiyê Şeker birina Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê û wiha got: "Di rapora nexweşxaneyê de hat diyarkirin ku Şeker ji sedî 96 astengdar e, nikare bi tenê bijî û divê bê berdan." Suren destnîşan kir ku piştî rapora Şeker ji Saziya Tipa Edlî re hat şandin bi raporek ku ji edalet û tibê dûr hat dayîn re hat xwestin ku Şeker di girtîgehê de bimîne. Suren diyar kir ku ew ê her tim li cem girtiyên nexweş bin û got: "Em ê ji bo rewşa Şeker serî li dadgehên bilind bidin."
Birayê Şeker Kerem Şeker jî diyar kir ku nexweşiya birayê wî di salên 1999-2001'an de destpê kiriye û ji wan salan heta hat girtin tedawiya diyalîzê didît. Şeker anî ziman ku divê bi ti awayî birayê wî di cihên rîska enfeksiyonê bigire de nejî û wiha axivî: "Li cihekî ku destşo di hindir de be û cihekî girtîbe çawan dibe kesek nexweş li wê derê enfeksiyonê negire." Şeker destnîşan kir ku êdî naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin.