Otonomiyên Kurdên Kirimê bi fermî hatin qebûlkirin
Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdan a Sîmferopol û Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdan a Cankoyê bi awayekî fermî hatin qebûlkirin. Rêveberiyên Otonomiyan diyar kirin ku ew dixwazin Kurd hîn bêhtir bên naskirin.
ANF
SÎMFEROPOL
çarşem, 24 pûşperê 2015, 12:38
Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdan a Sîmferopol û Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdan a Cankoyê bi awayekî fermî hatin qebûlkirin. Rêveberiyên Otonomiyan diyar kirin ku ew dixwazin Kurd hîn bêhtir bên naskirin.
Kirimê yan jî bi navê xwe yê fermî Komara Kirimê, ku weke cihê herî aloz ê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê tê nîşandan, di encama krîza rû da de li gorî çarçoveya hiqûqî ya navneteweyî, bi bajarê Sîvastopol ê xwedî statuyeke taybet re di 11'ê Adara 2014'an de bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ji Ûkraynayê îlan kir. Di referandûma 16'ê Adara 2014'an a li ser pêşeroja Kirimê de, Kirim bi awayekî fermî bi xaka Federasyona Rûsyayê ve hat girêdan.
OTONOMÎ HAT QEBÛLKIRIN
Piştî ku Kirim bi Rûsyayê ve hat girêdan, Kurdên li Rûsyayê rêxistinbûyîna xwe ya li Rûsyayê xurttir kirin û di çarçoveya destûra bingehîn de Kurdên li vê herêmê ji bo çanda xwe bi xurtî bijîn lez dan xebatên xwe yên rêxistinbûyînê. Li paytexta Komara Kirimê Sîmferopolê û yek ji bajarên ku hejmareke zêde ya Kurdan lê heye Cankoyê, ji bo avakirina Otonomiyên Neteweyî û Çandî yên Kurdan, hewldan hatin kirin. Kurdên li Kirimê, bi desteka Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê, ji bo vekirina otonomiyên xwe di meha Adarê de civîna xwe ya destpêkê lidar xistin û dûre bi awayekî fermî serî li Wezareta Edaletê dan. Li dû kar û barên burokratîk ên sê mehan dewam kirin, Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdan a Sîmferopol û Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdan a Cankoyê bi awayekî fermî hatin qebûlkirin.
Rêveberên Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Sîmferopolê, di civînên xwe yên destpêkê de, ji bo hembêzkirina hemû Kurdên li Komara Kirimê dijîn, ji bo jiyîna bi çanda Kurdî û têkoşîna li dijî asîmîlasyonê, rêvebernameyek xebatê amade kirin. Rêveberên Otonomiyê rewşa Kurdên li Kirimê û qewimînên li Kurdistanê ji ANF'ê re nirxandin...
BEHZAD: EM Ê KURDAN BI GELÊN DIN BIDIN NASKIRIN
Serokê Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Sîmferopolê Aldar Behzad da xuyakirin ku piştî Komara Kirimê bi Federasyona Rûsyayê ve hat girêdan, nasname û çandên cuda ji bo xwe bidin jiyîn dest bi avakirina otonomiyên çandî kirin û anî ziman ku wan jî bi desteka Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê re li bajarên Sîmferopol û Cankoyê du otonomî vekirin.
Behzad di dewama axaftina xwe de bal kişand ser serketinên li Kurdistanê û got, "Serketinên siyasî û leşkerî yên gelê me li welatê me bi dest dixe, serê me bilind dikin. Bi taybetî têkbirina çeteyên DAIŞ'ê û rizgarkirina herêmên Kurdan me gelekî kêfxweş dike. Em qewimînên li welêt ji nêz ve dişopînin. Em jî weke otonomiyên li vê derê, wezîfedar in ku gelê xwe bi gelên li vê derê bidin naskirin."
DR. AHMO: DERIYÊ SAZIYA ME LI HEMÛ KURDAN VEKIRIYE
Dr. Îsmaîl Ahmo yê di rêveberiya otonomiyê de cih digire da zanîn ku bi vê otonomiyê re ew ê êdî karibin dersên Kurdî bidin zarokên xwe, zarokên xwe li gorî urf û adetên xwe mezinbikin û got, "Li vê herêmê Tatar, Ermenî, Rûs, Tirk û gelek gelên cuda hene. Em ê çand û dîroka Kurdan ji her kesî re vebêjin."
Dr. Ahmo da xuyakirin ku ew ê ji niha û pê ve bi hemû xebatkarên xwe re hîn bêhtir bi coş û eşq xebatên xwe bimeşînin û got, "Bê guman deriyê saziya me li hemû Kurdan vekiriye. Di bin vî sîwanî de xwişk û birayên me dikarin pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û jê re çareseriyê bibînin. Wekî din gelek Kurd hene ku li vê derê hev du nas nakin. Ji bo naskirina hev, wê saziya me xwedî bandoreke xurt be."
'EM DEYNDARÊN ŞEHÎDAN E'
Ahmo da zanîn ku rewşa siyasî ya li welêt berê wan daye xebatên bi vî rengî û got, "Li çar parçeyên Kurdistanê hebûna Kurdan hînê tê înkarkirin û bi hovane tên qetilkirin. Bûyer û qewimînên li Kobanê, Şengal û Bakurê Kurdistanê tê dîtin. Ked û berdêla tê dayîn, li ber çavan e. Di nava çend salên dawî de piştî ku Kurd li qada navneteweyî hatin naskirin, êdî her kes dizane Kurd kî ye û li ku dijîn. Em jî weke Kurdên li Kirimê dijîn, me xwestin saziya xwe ava bikin û xwedî li van nirxan derkevin. Ya rast, em deynarê şehîdên xwe û gelê xwe yê berdêl dane ku bi saya wan me îro ev otonomî vekirine."
BEHLEVÎ: ZAROKÊN ME WÊ BI ÇANDA XWE MEZIN BIBIN
Yek ji rêveberên otonomiyê Behzat Behlevî yê di vekirina otonomiyê de roleke aktîf hilgirt ser milê xwe got, "Dema me otonomî vekir, me hin armanca danîn pêşiya xwe. Me xwest bi vê rêyê çand û zimanê Kurdî hînî zarokên xwe bikin, çanda Kurdan bi gelên din ên li Komara Kirimê dijîn bidin naskirin û bi nasnameya Kurdan tevlî çalakiyên çandî yên her sal tên lidarxistin, bibin. Ez bawerim di vî warî de em ê xebateke girîng bimeşînin. Ji ber ku hemû hevalên me di vî warî de bi biryar in."