Di êrîşa Hesekê de 2 fermandarên Baasî hatin kuştin

Di êrîşa ku duh li navenda Leşkerî ya Rejîma Sûriyeyê ya Hesekê pêk hat 2 fermandarên rejîmê yên bi navê Neziye Durxam û Xesan Helawa hatine kuştin.

Di êrîşa ku duh li  navenda Leşkerî ya Rejîma Sûriyeyê ya Hesekê pêk hat 2 fermandarên rejîmê yên bi navê Neziye Durxam û Xesan Helawa hatine kuştin.

Duh di saetên ber fitarê de 4 çekdarên xwekuj êrîşî navenda Hecana ya rejîma Baas a li nêzî çerxerêya Hafid Esed kirin, di encamê de 10 leşker hatin kuştin û 7 birîndar bibûn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatin wergirtin di nava kuştiyên rejîmê de fermandarên navendê yên bi navê Nezîh Durxam û Xesan Hilwa ên wê navendê hebûn. Navenda rastî êrîşê hatiye di çarxerêya ewlekariyê de ya Hesekê û nêzî avahiya Dadgehê ye. Di wê herêmê de gelek navendên leşkerî hene.

Duh li Hesekê 3 êrîşên bombeyî pêk hatin, 2 teqîn li navendên hêzên rejmê pêk hatin. Teqînek ku bi kamyona bombebarkirî pêk hat li nêzî Asayîşa Taxa Til Hemer pêk hat. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn.