Azadkirina Girê Spî li Dûîsbûrgê hat pîrozkirin

Azadkirina Girê Spî bi destê hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Azadkirina Girê Spî bi destê hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serketina Girê Spî ku di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de çend roj berê ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat ve hat rizgarkirin, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi beşdariya zêdeyî sed Kurdistanî û gelek welatiyên Elman, li Stadtmitte ya Dûîsbûrgê saet di 17:00 de destpê kir.

Di pîrozbahiyê de nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, PYD, MLKP û ATÎK, li ser şoreşa Rojava û serketina Girê Spî axivîn.

Nûnerê PYD'ê Ahmet Kobanê ji bo serketina Girê Spî got, "Bi xwîna bi dehan şehîdan û keda bi hezaran mirovan re herêmeke azad hat îlankirin û Kantonên Cizîr û Kobanê gihîştin hev." Ahmed Kobanê diyar kir ku Girê Spî mîna Qamişlo, mîna Efrînê parçeyek ji Kurdistanê ye û destnîşan kir ku Girê Spî êdî bi xaka xwe ya bingehîn bi Kurdistanê ve hatiye girêdan. Kobanê bal kişand ser têkiliya di navbera hikûmeta Tirk û DAIŞ'ê de û bang li hikûmeta Tirkiykeyê kir ku dawî li têkiliyên xwe yên bi DAIŞ û El Nûsra re bîne û polîtîkayên xwe yên qirêj biterikîne.

Li dû axaftina Ahmet Kobanê, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Rojîn Dêrsim, nûnera MLKP'ê Sofîe K. axivîn û serketina Girê Spî pîroz kirin. Piştî axaftinan girseya gel li ber dahol û zirneyê govend gerand û dirûşmên "Bijî Berxwedana Girê Spî", "Bijî YPG/YPJ", "Bijî Serok Apo" qîriya.

Pîrozbahî bi qasî saetekê dewam kir û bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...