Kurkçu rewşa 'Osman Karadenîz' ji AKP'ê pirsî

Parlamenterê HDP'ê Kurkçu rewşa Karadenîz ê li leşkeriya ji neçarî bû û ji 12'ê Hezîranê û vir ve hay jê nîne, xist rojeva Meclîsê. Kurkçu mijar ji Wezîr Yilmaz pirsî.

Parlamenterê HDP'ê Kurkçu rewşa Karadenîz ê li leşkeriya ji neçarî bû û ji 12'ê Hezîranê û vir ve hay jê nîne, xist rojeva Meclîsê. Kurkçu mijar ji Wezîr Yilmaz pirsî.

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, der barê rewşa Osman Karadenîz ê li Fermandariya Navendî ya Bûca ya Îzmîrê leşkeriya ji neçarî dikir û ji 12'ê Hezîrana 2015'an û vir ve hay jê nîne de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Parastina Milî Îsmet Yilmaz kir.

Kurkçu ji Yilmaz xwest bersiva van pirsan bide:

"Haya wezareta we ji windabûna bi guman a Osman Karadenîz ê xizmeta leşkeriya ji neçarî dikir, heye? Eger hebe, der barê vê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin? Eger dabe destpêkirin naverok û encamên hatine bidestxistin çi ne?

Li gorî îdîaya malbata Karadenîz, di 05.06.2015'an de li leşkergeha Fermandariya Navendî ya Bûcayê, di navbera leşkeran de nîqaşeke tund rû û pevçûn derketiye?

Rast e ku Osman Karadenîz ji ber vê bûyerê hatiye sirgûnkirin? Sedemeke polîtîk a sirgûnkirina Karadenîz heye? Eger tinebe, çima sirgûnî Denîzlî hat kirin? Eger ji yekîneyeke din re hatibe şandin, çima bi kincên sivîl ji Fermandariya Navendî ya Bûcayê derketiye?

Dîmenên kamerayên ewlekariyê yên Fermandariya Navendî ya Bûcayê hatine lêkolînkirin? Di van dîmenan de hatiye dîtin ku Osman Karadenîz reviya ye?

Dîmenên kamerayên li fermandariya Denîzlî hatine lêkolînkirin? Hatiya ragihandin ku ew radestî yekîneya xwe bûye yan na?

Çima belgeya ku nîşan dide Osman Karadenîz ji yekîneya xwe derketiye, radestî malbatê nehatiye kirin?"