Ereb û Tirkmen vedigerin Girê Spî

Piştî ku hêzên YPG/YPJ û Burkan El Firat Girê Spî azad kirin, Tirkmen û Ereb vedigerin bajêr.

Piştî ku hêzên YPG/YPJ û Burkan El Firat Girê Spî azad kirin, Tirkmen û Ereb vedigerin bajêr.

Di dema ku medyaya alîgir bi nivîsandina Tirkmen û Ereb bi darê zorê ji Girê Spî hatin koçber kirin bêtehemuliya wan a ji bo rizgarkirin Girê Spî nîşan didin de vegera li bajar hîn didomin. Daneyên ku hatine bidestxistin tam berevajiyê medyaya alîgir dibêjin. Piştî azadkirina bajar di 16’ê Hezîranê de 2 hezar kes vegeriyan bajar, heya destpêka hefteyê derbasbûna bajar ji ber sedema paqijkirina bombe û mayînan hatibû sekinandin. Lê ji roja Duşemê û pêde derbasbûn bi awayek hîn zêdetir berdewam kir. Bi taybet jî gelê Ereb û Tirkmen ber bi Girê Spî ve diherikin.

Li gorî daneyên ku ji hêzên asayîşê yên li deriyê sînor hatine girtin; Roja Duşemê 2500 kes, duh 1500 kes û îro jî nêzîkî hezar kes vegeriyane Girê Spî. Hat zanîn ku di nava kesên vedigerin de hejmareke biçûk a Tirkmenan jî heye. Her wiha hat diyarkirin ku hinek Kurdên  beriya du salan dema DAIŞ’ê bajar dagirkiribû reviyabûn jî hene. Piraniya kesên vegeriyane Ereb û Tirkmen in.

Hat zanîn ku di vegera ji Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan a Girê Spî ti astengî dernakevin, lê ji Girê Spî derbaabûna Kaniya Xezalan ji bo demekê qedexe ye. Tenê duh û îro 3 sîvîlên bi çekê birîndar bibûn derbasî Kaniya Xezalan hatin kirin.