Li Wanê erd hejiya
Li Wanê duh nîvê şevê 2 caran erd hejiya.
Li Wanê duh nîvê şevê 2 caran erd hejiya.
Li Wanê duh bi şev du erdhejên bi dijwariya 4.6 û 3.2 pile, rû dan. Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê ya Rasathaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî, navenda erdheja bi dijwariya 4.6 pile, taxa Mollakasim e. Hat ragihandin ku erdheja destpêkê saet di 01.35'an de 5 kîlometre li binê erdê rû da. 8 deqeye piştî vê erdhejê, dîsa li navenda taxa Mollakasim bi dijwariya 3.2 pile, erd hejiya.
Serokatiya Daîreya Erdhejê ya AFAD'ê jî ragihand ku dijwariya erdhejê 4.5 pile ye.
Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber erdhejê zerar çênebûye.