Seroka Meclîsa Îtalya heyeta Rojava bi protokola fermî pêşwazî kir
Heyeta Rojava ya di asta hikûmeta Îtalya de hevdîtinan pêk tîne îro bi Seroka Meclîsê Laura Boldrînî re hevdîtineke fermî pêk anî.
Heyeta Rojava ya di asta hikûmeta Îtalya de hevdîtinan pêk tîne îro bi Seroka Meclîsê Laura Boldrînî re hevdîtineke fermî pêk anî.
Delegasyona Rojava ya ji bo bi hikûmeta Îtalya û saziyên cur bi cur re hevdîtinan pêk bîne hat Îtalya û duh li parlamentoyê daxuyaniya çapemeniyê pêk anî, hevdîtinên xwe didomîne. Heyeta Rojava ya di asta hikûmeta Îtalya de hevdîtinan pêk tîne îro bi Seroka Meclîsê Laura Boldrînî re hevdîtineke fermî pêk anî. Heyeta Rojava her wiha bi komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Îtalya û alîkarê serokê herêma Lazîo û endamên meclîsê re hevdîtin pêk anî.
JI HERÊMA LAZÎO JI BO KOBANÊ SOZA PIŞTGIRIYÊ
Delegasyona Rojava ya ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah û Serokwekîlê Kantona Kobanê Enwer Muslim pêk dihat, îro Hevseroka TEV-DEM’ê Sînem Muhammed jî tevlî bû. Heyetê hevdîtina xwe ya yekemîn bi Alîkarê Serokê Herêma Lazîo Massimilano Smeriglio û endamên meclîsê re pêk anî. Hevdîtina ku Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Serokwekîlê Kantona Kobanê Enwer Muslim û Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah tevlî bûn nêzî saetek û nîvê dewam kir. Endamên delegasyonê di axaftinên xwe de diyar kirin ku ji bo pergala xweseriya demokratîk a gel li Rojava bi îradeya xwe ava kiriye bi sazî bibe pêwîstî bi alîkariyê heye. Alîkarê Serokê Herêmê Massimilano Smeriglio jî diyar kir wê mehên pêşiya me têkildarî vê mijarê protokolekê amade bikin.
HEYET BI KOMÎSYONA KARÊN DERVE YA SENATOYA ÎTALYA RE RÛNIŞT
Heyetê hevdîtina xwe ya duyemîn saet 13.30’î bi Komîsyona Karên Derve ya Senatoya Îtalya re pêk anî. Di hevdîtinê de li gel endamên komîsyonê Serokê Koma Îtalîa ya Forza ya di senatoyê de Paolo Romani jî amade bû. Endamên delegasyonê yên têkildarî sazîbûna pergala xweseriya demokratîk, aborî, çandî, ewlekarî û hwd. bi qasî saetekê axivîn behsa zehmetiyên dema têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê kirin.
Hevseroka TEV DEM’ê Sînem Muhammed jî ku tevlî hevdîtina duyemîn bû, diyar kir ku tevî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên gefê li mirovatiyê dixwin hê jî ji hin dewletan alîkariya lojîstîkî digirin. Endamên komîsyonê jî diyar kirin ku li Rojava nirxên mirovatiyê bilind bûye û ji bo mafên bi berdêlên mezin hatine qezençkirin bên parastin wê piştgiriyê bidin.
SEROKA MECLÎSA ÎTALYA HEYETA ROJAVA BI PROTOKOLA FERMÎ PÊŞWAZÎ KIR
Heyetê hevdîtina xwe ya dawî ya îro bi Seroka Meclîsa Îtalya Laura Boldrini re kir. Heyeta saet 15:00'an bi protokoleke fermî hat pêşwazîkirin, nêzî saetek û nîvê hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Hevseroka TEV DEM’ê Sînem Muhammed ku li ser navê heyetê axivîn xebatên aborî, civakî, çandî û ewlekariyê yên li Rojava tên kirin bi awayekî kitekit vegotin.
Laura Boldrînî diyar kir ku hevdîtinê girîng dibîne û wek Seroka Meclîsa Îtalya û di çarçoveya NY de ji bo piştgiriya pêwîst ji Rojava re bê kirin wê bixebite. Boldrînî da xuyakirin li gel hewdanên ji bo teşwîqa alîkariya ji Rojava re ya hikûmetê û ji bo serokên 12 herêmên li Îtalya jî di aliyê lojîstîk û aborî de piştgiriyê bidin Rojava wê bikevin nav hewldanan.