KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Operasyonên YPG/YPJ'ê dewam dikin
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî sivîlên li Kobanê, operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê dewam dikin. -
120 welatiyên Kobanê spartin axê
Ji welatiyên ku di êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin, cenazeyên 120 kesan hatin definkirin. -
Hêzên YPG/YPJ'ê Nexweşxaneya Vatan diparêzin
Li taxa Wîran a Hesekê, çeteyên DAIŞ'ê ketin hundirê Malên Sor. Li herêmê şer dewam dike. Hêzên YPG/YPJ'ê jî Taxa Ezîze û Nexweşxaneya Vatan diparêzin. -
Kongra-Gel: Dewleta Tirk ji ber êrîşê gumanbar e
Hevserokatiya Kongra Gel der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dewleta komara Tirkiyeyê ji ber êrîşê gumanbar e. -
Unvar a YPJ'yî ji aliyê jinan ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Arîfe Unvar (Hêlîn Bagok), ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Mîdyatê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin. -
Çîrokek berxwedanê: Berxbatan
Yekîneyên Xweparastinê yên bi pêşengiya YPG'ê li hemû gundên Kobanê hatine avakirin, li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa nîşan didan. Ez jî hingî çûbûm gundê Berxbatan. Şervanên YPG/YPJ'ê ji vî gundî re digotin Berxwedan. -
Tecrîda li hember Ocalan li Dîlokê hat protestokirin
HDP’ê li Dîlokê tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Hevserokê HDP’a Dîlokê Mehmet Karayilan diyar kir ku di şexsê Ocalan de gel tê tecrîdkirin û got wê teslîmê AKP’ê nebin -
Ji artêşa Tirk tevgera keşfê
Tevgera keşfê û operasyonên artêşa Tirk ên li qadên gerîla, her zêde dibin. -
Hovîtiya DAIŞ’ê ya li Kobanê
Wêneyên hovîtiya çeteyê DAIŞ’ê yên li Kobanê êrîşê sîvîlan kirin, derketin holê. -
KCK: Hesabê komkujiyê wê mutleq bê pirsîn
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Bila hemû gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê zanibin, ku keç û xortên fedaî yên gelê me yên ji bo azadiyê têdikoş in, wê mutleq hesabê vê komkujiyê bipirsin. -
Ji bo Zeynep Celaliyan li Hambûrgê çalakî hat lidarxistin
Li Hambûrgê ji bo Zeynep Celaliyan li ber Konsolosxaneya Îranê mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiya ku hat xwestin Celaliyan serbest bê berdan de, banga tevlîbûna li çalakiya roja Şemiyê ya şermezarkirina DAIŞ'ê hat kirin. -
Şervanê YPG'ê Zan ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Esîr Zan (Berxwedan Hezex) ê li gundê Tilebdullah ê Serêkaniyê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Hezexê hate definkirin. -
Jesper ê Swêdî li nava refên YPG'ê li dijî DAIŞ'ê şer dike
Ciwanê Swêdî Jesper Soder ê li nava refên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike, bi rêya Facebook û medya Swêdê bûyerên li Rojava bi taybetî li Girê Spî û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê bi raya giştî re parve dike. -
Şervanên YPG/YPJ’ê rehîne rizgarkirin
80 sîvîlên ku çeteyên DAIŞ’ê li navenda Kobanê rehîn girtibûn ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hatin rizgarkirin. -
Partiya Çep: Divê li dijî êrîşan kes bêdeng nemîne
Buroya Siyasî ya Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê der barê êrîşên li dijî kantona Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû gelê herêmê kir ku li hember êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin. -
'Divê kedkar êdî bêhtir li cem HDP'ê cih bigirin'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "Encamên hilbijaritnê, tabloya derketiye holê têrê nake ku HDP bi tena serê xwe vê bernameyê bicih bîne. Lewma ji bo bicihanîna vê bernameyê divê kedkar vê şensê bidin HDP'ê." -
Li Parlamenta Ewropayê Konferansa Avakirina Kobanê
Xebatên ji nû ve avakirina Kobanê ya di encama berxwedaneke dîrokî de hat azadkirin, dewam dikin. Ji bo avakirina bajêr li qadên avadan, binesazî, tenduristî, rakirina mayînan, perwerde û malên jinan, proje tên amadekirin. -
Pevçûnên di navbera rejîm û DAIŞ’ê de li Hesekê didomin
Li Hesekê pevçûn didomin û hinek deverên Neşwa ji aliyê rejîmê ve bi balafir û hewanan tên bombebaran kirin. -
HDP'ê 'êrîşên DAIŞ'ê ji hikûmetê pirsî
HDP'ê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xist rojeva Meclîsê û pirs ji Serokwezîr Davûtoglû pirsî. -
Şerê li Kobanê dewam dike
Şerê di navbera çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê hatine dorpêçkirin û şervanên YPG/YPJ'ê de dewam dike. -
Cenazeyên 4 şervanên azadiyê hatin veşartin
Li Dirbêsiyê û Serêkaniyê bi sedan welatiyan, 4 şervanên azadiyê spartin axê. -
Li Erxeniyê 12 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Amed Erxeniyê, polîsan danê sibehê avêtin ser malan û 12 kes kirin binçavan. -
Koordînasyona Kantonan ji civaka navneteweyî xwest zextê li Tirkiyeyê bike
Koordînasyona Giştî ya her sê Kantonê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bal kişand ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê û bang li civaka navneteweyî kir ku zorê bidin Tirkiyeyê ku dawî li vê hovîtiyê bîne. -
KJK: Divê jin bi xurtî pêşengiya berxwedanê bikin
Koordînasyona KJK'ê der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de got, "Xwedîderketina mezin a di dema berxwedana Kobanê de hat nîşandan, divê li dijî êrîşan veguhere parastina mezin a serketina Kobanê." -
KNK'ê banga xwedîderketina Kobanê li gelê Kurd kir
Konseya Rêveber a KNK'ê êrîşên li dijî Kobanê şermezar kir ku bang li tevahiya gelê Kurd kir ku biçin alîkariya Kobanê.