Cenazeyên 4 şervanên azadiyê hatin veşartin
Li Dirbêsiyê û Serêkaniyê bi sedan welatiyan, 4 şervanên azadiyê spartin axê.
Li Dirbêsiyê û Serêkaniyê bi sedan welatiyan, 4 şervanên azadiyê spartin axê.
Li Dirbêsiyê û Serêkaniyê bi sedan welatiyan, 4 şervanên azadiyê spartin axê.
Bi sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyên şervana YPJ’ê Şukriya Hesen (Derya Zinar) a di 19’ê Hezîranê de li Nestel a bajarokê Silûk de jiyana xwe ji dest da, şervanê YPG’ê Zerbend Ferhan ê di 22’ê Hezîranê de li gundê Em El-Heyala yê bajarokê Silûkê jiyana xwe ji dest da ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin.
Di heman demê de bi sedan welatiyên Dirbêsiyê cenazeyên endamên Asayîşên Ebdulkerîm Hiso û Macid Biro yên di 23’ê Hezîranê de li bajarokê Silûê jiyana xwe ji dest dane ji Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ve derketin rê.
Serokê Desteya Parstinê Ebdulkerîn Sarûxan, Serokê Desteya Karê Hundir Kenan Berkat, Serokê Desteya Veguhestinê Mihemed Hesen û Serokê Desteya Kar û Barê Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo jî beşdarî merasîma oxirkirina têkoşeran bûn.
Li ser rêya li pêşiya goristanê her du karwan gihiştin hev û li vir girseyê cenazeyên têkoşeran ji wesayîtan daxistin û bi qîrîna dirûşmeyan heta goristanê meşiyan.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Destpêkê şervanên YPG/YPJ’ê û hêzên Asayîşê merasîma leşkerî lidar xist û paşê Serokê Desteya Karê Derve Kenan Berekat axivî. Berekat bal kişand ser êrîşa dawî ya li dijî gelê Kobanê û da zanîn ku hemû êrîş bi armanca têkbirina Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk a Rojava pêk hatine. Di merasîmê de her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Elî Qoqyan, li ser navê malbatên têkoşeran jî axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.
Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên têkoşeran bi qîrîna dirûşme û tilîliyan spartin axê.