Jesper ê Swêdî li nava refên YPG'ê li dijî DAIŞ'ê şer dike

Ciwanê Swêdî Jesper Soder ê li nava refên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike, bi rêya Facebook û medya Swêdê bûyerên li Rojava bi taybetî li Girê Spî û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê bi raya giştî re parve dike.

Ciwanê Swêdî Jesper Soder ê li nava refên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike, bi rêya Facebook û medya Swêdê bûyerên li Rojava bi taybetî li Girê Spî û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê bi raya giştî re parve dike.

Jesper Soder ê 25 salî, ku beriya biçe Rojava li dibistaneke li bajarê Trollhattan ê li rojavayê Swêdê wezîfe dikir, ji bo pirsa mezintirîn qenala taybet a televîzyonê ya Swêdê TV4 û medya Swêdê ya 'hûn çima tevlî refên YPG'ê bûn û li dijî DAIŞ'ê şer dikin?' got, "Hezar heb sedem hene. Me hemûyan wêneyên komkujiyê dîtin. Em nikarin destûrê bidin ku zarok, sivîl, mirovên bê guneh bên kuştin, jin rastî tecawizê bên û li bazaran werin firotin. Ev tiştekî exlaqî ye. Min nikarîbû xwe li bêdengiyê rabigirim û min xwest tiştekî bikim."

LEŞKERIYA LI SWÊDÊ RED KIR, LI ROJAVA ŞER DIKE

Soder anî ziman ku her çend wê li Swêdê leşkerî nekiriye jî, li Rojava pêwîstiya mirovan ji alîkariya însanî bêhtir bi mirovên karibin li dijî DAIŞ'ê şer bikin û axa xwe biparêzin heye, lewma wî biryar daye tevlî refên YPG'ê bibe û destnîşan kir ku ew li Rojava di perwerdeyeke xurt a leşkerî de derbas bûye.

Soder, di 11'ê Hezîranê de bi hevalekî xwe yê Kurd re, dema hewl dida ava vexwarinê bîne ji sivîlên li herêmê re mayîn teqiya û bi hevalê xwe re birîndar bû. Hevalê wî jiyana xwe ji dest da. Soder ê bi sivikî birîndar bû, piştî tedawiya 2 rojan ji nexweşxaneyê derket.

Soder da xuyakirin ku di nava komeke navneteweyî ya ew jî di nav de şer dike, ji 21 heta 63 salî bi sedan welatiyên Îngilîstanê, Fransa, Îtalya û DYA hene û di nava van de gelek jinên Kanadayî, Amerîkî û Fransayî hene.

DIXWAZIM SWÊDÎ ÇAVÊN XWE VEKIN Û REWŞÊ BIBÎNIN

Soder got, "Dixwazim Swêd û Swêdî çavên xwe vekin û rewşê bibînin" û anî ziman ku gelê Swêdê gelekî erênî nêzî wan dibe, bi qasî 400 Swêdiyan bi wî re têkilî danîne û beşek ji van jî jê re gotine ew dixwazin bên Rojava. Soder destnîşan kir ku piraniya Swêdiyên jê re gotine dixwazin bên Rojava, arkuj, leşker û polîs in.

Soder diyar kir ku ji ber pirsgirêka ziman wî zehmetî kişandiye, bi ferhenga Îngilîzî-Kurdî re hewl daye bi gerîlayên Kurd re têkiliyê deyne û piştî hînî Kurdî bûye dibêje, "Li vê derê bi rastî jî mîna ez yek ji malbata wan im, nêzî min dibin. Gelekî ji min hez dikin û bi dostanî nêz dibin. Li vê derê hurmet ji her kesî re tê nîşandan. Cihê xemgîniyê ye ku heman tişt li Swêdê nîne."

LI GIRÊ SPÎ EM LI SÛCÊN DAIŞ'Ê YÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ RAST HATIN

Soder bi hêzên YPG'ê re çûye Girê Spî û li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kiriye. Dibêje ku dema ew ketin hundirê bajêr, bi sedan alên DAIŞ'ê û sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, dîtine. Anî ziman ku wî dezgehên DAIŞ'ê yên ji bo jêkirina destê mirovan dîtiye, çeteyên DAIŞ'ê dema neçar man xwe ji Girê Spî vekişînin li gelek deverên bajêr mayîn bicih kirine û paqijkirina van herêman ji mayînan wê wextekê dewam bike.

Soder da xuyakirin ku ew ne yekane Swêdiyê di nava refên YPG'ê de cih digirin e, tevî wî gelek Swêdî di nava YPG'ê de li hemberî DAIŞ'ê şer dikin, ew nasnameya xwe vedişêrin lê ji bo rewşê ji raya giştî ya Swêdê û cîhanê re ragihîne wî nasnameya xwe veneşartiye.

Hejmara mirovên ji Swêdê çûne Rojava û Şengalê û li dijî DAIŞ'ê şer dikin, baş nayê zanîn. Piraniya şervanên diçin, nasnameya xwe vedişêrin û ji raya giştî re aşkera nekin ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Yek ji şervanên ku nasnameya xwe venaşêre Kurdistaniyê bi navê Rafael Kardarî yê li Swêdê ji dayik bûye ye.

PIŞTÎ KU KOMKUJIYÊN DAIŞ'Ê DÎT, BIRYAR DA LI DIJÎ WAN ŞER BIKE

Kardarî anî ziman ku dema di Youtube de dît çeteyên DAIŞ'ê tevî zarokên 7-8 salî 12-15 ciwan qetil kirin, xew neketiye çavê wî û biryar daye li hemberî çeteyan şer bike. Kardarî got, "Tekane rêya rawestandina van cinawiran, şerê li dijî wan e."

Kardarî diyar kir ku ew tevlî gelek pevçûnan bûye, di her kêliyê de dikare jiyana xwe ji dest bide û got, "Ez Xiristiyanekî xwedî bawerî me. Bawer dikim ku her tişt ji Xwedê tê. Ez ji şerê li hemberî DAIŞ'ê natirsim, ji rêwîtiya bi balafirê ditirsim."

Kardarî diyar kir ku wî 5 kesên ji Swêdê tevlî DAIŞ'ê bûne û mirine dîtine, tevlî lêpirsîna çeteyekî DAIŞ'ê yê ji Goteborgê bûye û vî kesî jê re gotiye sozên ji wî re hatine dayîn, bicih nehatiye anîn.

SÄPO: YÊN LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER DIKIN JI BO SWÊDÊ NE RÎSKA EWLEKARIYÊ NE

Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê (Säpo) da xuyakirin ku ji destpêka şerê li Sûriyeyê û vir ve 300 kes ji Swêdê tevlî DAIŞ'ê bûne û ji van 40 kes mirine. Lê belê hejmara Swêdiyên ji bo li hemberî DAIŞ'ê şer bikin çûne Sûriyeyê nayê zanîn.

Berdevkê Çapemeniyê yê Säpo Fredrîk Mîlder, diyar kir ku ji bo tespîtkirina mirovên ji Swêdê ji bo şerê li hemberî DAIŞ'ê çûne Sûriye û Iraqê, ti hewldan nîne û got, "Yên li dijî DAIŞ'ê şer dikin dibe ku travmayê derbas bikin. Lê belê ji bo Swêdê ne rîska ewlekariyê ne."

...