Şervanê YPG'ê Zan ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Esîr Zan (Berxwedan Hezex) ê li gundê Tilebdullah ê Serêkaniyê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Hezexê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Esîr Zan (Berxwedan Hezex)  ê  li gundê Tilebdullah ê Serêkaniyê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Hezexê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Esîr Zan (Berxwedan Hezex) ê 9'ê Hezîranê li gundê Tilebdullah ê bajarê Serêkaniya binxetê yê Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê Zan piştî karên otopsiyê yên li Silopiyayê anîn navçeyê. Berî merasîma cenaze esnafên navçeyê dikanên xwe girtin û ji bo pêşwazîkirina cenaze bi rê ketin. Cenazeyê Zan li duryana Petrola Mîr hate pêşwazîkirin. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu jî di nav de bi hezaran welatî tevlî pêşwazîkirinê bûn. Cenazeyê  Zan bi meşê birin Goristana Asrî ya Şeyh Hesen.

Di merasîma cenaze de Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz axivî û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê şermezar kir. Sariyildiz diyar kir ku çeteyên derbeyên giran xwarin li hemberî sîvîlan êrîşan pêk tînin û wiha got: "Heval Berxwedan û rêhevalên wî ji bo rûmeta mirovahiyê canê xwe feda kirin. Em soza xwe ya li hemberî şehîdan careke din dubare dikin û em ê heya dawiyê nirxên şehîdan biparêzin."

Dayika Zan Buşra Zan jî spasî li hemû kesî kir û wiha got: "Serê Rêberê Apo û rêhevalên Berxwedan sax be. 5 kurên min ên din hene. Em ê têkoşîna birayê xwe bi layîqî bidin jiyîn."

Piştî axaftinan wecîbeyên olî pêk hatin û cenazeyê Zan hat definkirin. Ji bo Zan li Taxa Atakent wê 3 rojan sersaxi bên qebûlkirin.