KNK'ê banga xwedîderketina Kobanê li gelê Kurd kir
Konseya Rêveber a KNK'ê êrîşên li dijî Kobanê şermezar kir ku bang li tevahiya gelê Kurd kir ku biçin alîkariya Kobanê.
Konseya Rêveber a KNK'ê êrîşên li dijî Kobanê şermezar kir ku bang li tevahiya gelê Kurd kir ku biçin alîkariya Kobanê.
Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî êrîşên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê pêk anî de daxuyaniyek da û got: “Encama vê êrîşa bêbext girane. Gelek kuştî û biranddar hene. DAIŞ’ê li Kobanê, Girê Spî û dora Hesekê darbeyên mezin xwar.”
KNK’ê destnîşan kir ku ev hewildana dawî nîşan dide ku DAIŞ ji şkestinê têr nebûye û wiha berdewam kir: “Xuyaye ku ev hêza reş û tarî nasekine û dixwaze tola xwe ji Kurdan bistîne. Helbet di hemû êrîşên DAIŞ’ê de hêzên ku destekê didin hene.
Ev êrîşa dawî ji alî demî ve tesaduf nîne. Serketina Kurd û Kurdistaniyan li Bakur, Rojava, sempatiyê dibîne, li meydana navneteweyî planê dagîrkerên Kurdistanê têk dibe. Ji ber ku di şkestina DAIŞ’ê de şikestina xwe jî dibînin. Bi taybetî Tirkiye gelek bêperwa vê rola xwe ya bêyom dilîze û êdî desteka xwe ya ji bo DAIŞ’ê venaşêre.”
KNK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Serketina Kurd û tifaqdaran a li Til Ebyedê, dilê Tirkiyeyê gelek êşandibû, ku serokkomar Erdogan nerazîbûna xwe gelek vekirî diyar kir. Hevkarî û piştevaniya lojîstîk, leşkerî û manewî ya dewleta Tirkiyeyê ji bo DAIŞ’ê berdewam e. Di vê êrîşa îro li Kobanê pêk hatî jî ev desteka dagirkeran xuya dibe. Tirkiye û hevkarên wê têkdana saheya Rojavaya Kurdistanê hewaleyî DAIŞ’ê kirine. Ji ber vê êrîşa îro jî nîşan dide ku rehetiyê nadin gelê Rojavaya Kurdistanê ku birînên xwe bikewinîn. Welatê xwe yê ji alî wan û DAIŞ’ê ve hatiye wêran kirin, careke din ava dikin.
Bûyera duh rûdayî li Kobaniyê divê ji aliyê Kurd û Kurdistaniyan ve sivik neyê girtin. Ber û piştên vê êrîşê gelek cidî bên xwendin û analîz kirin. Divê polîtîkayeke yekgirtî ya neteweyî û niştimanî bê tesbîtkirin. Ev êrîşên hovane bi eniyek herî fireh a navxweyî bêne betalkirin. Planê dagirkeran, bi taybetî ya Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê xirab e. Her serketina gelê me li Rojavaya Kurdistanê, her vegirtina axa welat, herî zêde dewleta Tirk nerehet dike.”
Di berdewamiyê de hat gotin ku ew wek KNK’ê vê êrîşa li ser Kobaniyê, li ser destketên Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û wiha hat gotin: “Kobanê ya birîndar, hîna êş û birînên xwe sax nekirî, dubare dibe hedefa dijminan. Kobanê ya ku bûye sembola serketina doza Kurd û Kurdistanê, dîsa bû hedefa dijmin. Kurd û Kurdistanî divê ji ber van êrîşan welat, cih û warê xwe terk nekin."
KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû Kurdan kir ku biçin alîkariya Kobanê û got: “Em ji bo kesên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane ji malbat û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”