Kongra-Gel: Dewleta Tirk ji ber êrîşê gumanbar e

Hevserokatiya Kongra Gel der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dewleta komara Tirkiyeyê ji ber êrîşê gumanbar e.

Hevserokatiya Kongra Gel der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dewleta komara Tirkiyeyê ji ber êrîşê gumanbar e. Hevserokatiya Kongra Gel diyar kir ku piştî azadkirina Girê Spî tê zanîn ku Erdogan bi çi rengî reş girêdaye.

Hevserokatiya Kongra Gel bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya çeteyên bêesil ên DAIŞ'ê, ku di meha pîroz a Remezanê de li hemberî gelê sivîl ê Kobanê kir, şermezar kir.

Hevserokatiya Kongra Gel ji malbatên welatparêzên jiyana xwe ji dest dan û gelê Kurd re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest û got, "Ti kes nikare vîna berxwedanê ya gelê me yê Kobanê yê leheng bişikîne. Êrîşên hatine kirin, wê hevgirtina gelê me xurtir bikin.

Ev çeteyên namerd, wê bi komkujiyan re ti carî negihêjin armancên xwe. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku mîna li Şengalê li Kobanê jî jin û zarok mirovên sivîl ên bê guneh qetil kirin, ti eleqeya xwe bi Îslamê û bi mirovahiyê re nîne. Ev çeteyên ku rûreşiya mirovahiyê ne û hemû hêzên xwe dispêrin wan, wê winda bikin. Hêzên siyasî yên destekê didin çeteyan, wê bi çeteyan re tine bibin.

Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê heta roja îro siyaseta xwe ya li ser Sûriye û herêmê, di ser DAIŞ'ê re meşandin.Di van êrîşên hovane yên li Kobanê li dijî gelê sivîl hatin kirin de, îdîayên gelekî cidî hene ku Tirkiyeyê destek daye DAIŞ'ê. Dîmenên li deriyê sînor ê Murşîtpinarê di kêliya teqînê de hatin kişandin, nîşaneya vê yekê ne. Di mijara DAIŞ'ê de, Erdogan û hikûmeta AKP'ê di nava gelê me û raya giştî ya cîhanê de sûcdar tên dîtin. Daxuyaniyên ji rêzê yên li ser komkujiya Kobanê dan, têra îqnakirina gelê me û raya giştî nakin."

Hevserokatiya Kongra Gel diyar kir ku dewleta komara Tirkiyeyê bi awayekî cidî gumanbar e û ragihand ku piştî azadkirina Girê Spî tê zanîn bê Erdogan çawa reş girêdaye. Hevseroka Kongra Gel da xuyakirin ku Waliyê Rihayê mukur hatiye ku çete ji Cerablûsê çûne û got, "Tuyê bêjî qey Cerablûs deriyê sînor ê welatekî din e! Mîna Murşîtpinarê li Cerablûsê jî bi her awayî alîkarî ji van çeteyan re tê kirin.

Erdogan û DAIŞ ku her duyan qedera xwe ya li Rojhilata Navîn bi hev ve girê dane, bi hev re winda dikin. Kobanê têk neçû, lê Erdogan bi hevkarê xwe re têk çû. Di dema hilbijartinê de tevî hemû dek û dolaban, tevî provokasyonên mezin ên ji bo komkujiyên girseyî pêk bînin, Erdogan û hevkarê wî têk çûne.

Hêzên YPG/YPJ'ê yên rojavayê Kantona Cizîrê ji çeteyan paqij kirin û hêzên YPG/YPJ'ê yên rojhilatê Kantona Kobanê ji çeteyan paqij kirin, li Girê Spî gihaştin hev û bi azadkirina Ayn Îsa re, derbeke giran li Erdogan û hevkarê wî DAIŞ'ê xistin.

Bi awayekî zelal tê dîtinku pêvajoya paqijkirina Rojava ji çeteyên DAIŞ'ê, wê bi awayekî serketî dewam bike. Yanî çeteyên DAIŞ'ê û yên destek dan wan, winda kirin. Erdogan û hikûmeta AKP'ê, tabloya siyasî ya di hilbijartinê de derket holê, dikarin ji bo xilasbûna ji DAIŞ'ê veguherîne firsendekê. Eger bi aqilî tevbigere wê dest ji dijminatiya li şoreşa Rojava û li gel berde. Yek ji sedemên bingehîn ên têkçûna Erdogan di hilbijartinê de DAIŞ e û divê ev yek ti carî neyê ji bîr kirin. Eger vê rastiyê fêm neke wê bi DAIŞ'ê re tine bibe.

Di vê dema ku gelên me ji aliyê siyasî ve bûye xwedî destketiyên girîng, pêwîste her kesên alîgirên demokrasî, aştî û azadiyê hîn bêhtir bi hestyarî û baldarî tevbigerin. Şoreşa Rojava bi tempoyeke efsûnî mezin dibe, li derdorê belav dibe, dikemile û bandorê li tevahiya herêmê dike. 

Yek ji cihên herî zêde bandor lê bibe jî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye. Yekîtiya hêza demokratîk a li Tirkiyeyê di hilbijartinan de derket holê, pêwîste komkujiya li Kobanê tavilê bixe rojeva xwe û barbariya DAIŞ'ê bixin rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê.

Bi zexteke bi vî rengî ya raya giştî re wê hikûmeta nû ya koalîsyonê polîtîkaya li ser Sûriye û DAIŞ'ê biguherîne. Ji bo vê jî girîng e seferberiyeke xurt were afirandin, di nava raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de zexteke mezin bê kirin. Li ser vê bingehê em dikarin wezîfeya xwe ya li pêşberî şehîdên xwe û gelên xwe bicih bînin.

Em ji malbatên mirovên sivîl û bê guneh ên hatin qetilkirin, ji gelê me re sersaxiyê, ji hemû birîndaran re şîfa xêrê dixwazin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi xurtî xwedî li gelê Kobanê derkeve."