Tecrîda li hember Ocalan li Dîlokê hat protestokirin

HDP’ê li Dîlokê tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Hevserokê HDP’a Dîlokê Mehmet Karayilan diyar kir ku di şexsê Ocalan de gel tê tecrîdkirin û got wê teslîmê AKP’ê nebin

HDP'a Dîlokê tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku gelên ku destê Ocalan xurt dikin jî tên tecrîdkirin. 

HDP'a Dîlokê bi mebesta şermezarkirina tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka Yeşîlsuyê civîna çapemeniyê li dar xist. Bi sedan kesên ku li civînê bûn dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Qatil DAIŞ e, hevkar AKP ye" û "Silav li gelê me yê ku li Kobanê şer dike" berz kirin. Wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê Mehmet Karayilan û Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Dîlokê Mehmet Ozakan tevlî civînê bûn. 

Mehmet Karayilan bal kişand ser tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd û wiha got: "Bi vê tecrîdê hemû gelên Tirkiyeyê tên tecrîdkirin. Gel bi piştgiriya ku di 7'ê Hezîranê de da HDP'ê nîşan da ku aştiyê dixwaze û destê Ocalan xurtir kir. Em tu carî teslîmî hişmendiya AKP'ê ya yekperest nabin. HDP dê heya dawiyê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be."

Wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul jî derbirî ku divê tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê rakirin. Togrul anî ziman ku helwesta li hemberî Ocalan helwesta li hemberî aştiyê ye. Ji bo ku tecrîd bê rakirin tiştê ku ji destê wan tê wê bikin. Togrul got ku hikûmeta AKP jî hevkarê qetliama DAIŞ'ê ye.